rojane
-

‘Li dijî tundiyê têkoşînekî xurtir divê’
Jinên bajarê Qamişloyê dan zanîn ku li Rojhilata Navîn qetilkirina jinan zêde bûye, malbat tenê jinan ji têgehên ‘namûs û şerefê’ berpirsyar dibînin, dibin sedema qetilkirina wan û gotin ku li dijî vê têkoşîn divê.
-

65 hezar 382 Filistînî li Zîvala Xezayê hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 65 hezar û 382 kesan.
-

47 rêxistin ji bo pêşîlêgirtina xelaya li Yemenê bang kirin
Zêdetirî 45 rêxistinên alîkariya mirovî, li dijî qeyrana mirovî ya li Yemenê ku roj bi roj kûrtir dibe bang kirin û diyar kirin ku li Yemenê bi mîlyonan mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne û ev yek wê malbatan bixe nav karesatek mezin.
-

Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên Reqayê, bertek nîşanî êrîşên hovane yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û piştgirî û hevgirtina xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nîşan da.
-

Aktîvîsta Filistînî Îslah Hesniye jiyan xwe ji dest da
Aktîvîst û parêzera Filistînî Îslah Hesniye ya yek ji navên pêşeng ên parêzvanên mafên jinan ên li Xezayê, di 22’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Îslah Hesniye, bi salan ji bo zêdekirina beşdariya jinan a jiyana civakî û parastina mafên jinan têkoşiya.
-

HTŞ’ê ya cîhadîst li Dêr Hafirê 4 zarokan birîndar kir
Cîhadîstên girêdayî HTŞ'ê, bi topên giran êrîşê gundê Zubeyda ya li gundewarê bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê kirin û di encama êrîşê de çar zarok birîndar bûn.
-

Li Sûriyeyê binpêkirinên li dijî Elewiyan hate raporkirin
Li Sûriyeyê binpêkirin û qetlîamên ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve li dijî Elewiyan hat kirin, bi belgeyan hate raporkirin. Di raporê de ji bo berpirs hesab bidin bang li saziyên navnetewî hate kirin.
-

Ji Xezayê ji bo nexweşxaneyan banga lezgîn
Wezareta Tendrustiyê ya li Xezayê, diyar kir ku krîza sotemeniyê ku li nexweşxaneyan tê jiyîn, gihîştiye astek xeternak û banga mudaxeleya lezgîn kir.
-

Lîstika ‘Erkî Niştemanî Daholek’ çîrokên jinan bir ser dikê
Lîstika yek kesî ya bi navê ‘Erkî Niştemanî Daholek’ diyarî berxwedana Kobanê hatî kirin, nêrîna jinê dike navend û pergala mêrê serdest paşpêk dike. Bi performansa bi hêz a Nîştiman Rasoulnejad berhema ku hatî dikirin, balê dikşîne ser dengê jinan.
-

2 hezar û 541 îmzeyên ji bo Abdullah Ocalan kom bûn hatin şandin
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, 2 hezar û 541 îmzeyên ku hatibûn komkirin ji saziyên têkildar re hatin şandin.
-

TJA: Divê tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bê bicîhanîn
TJA derbarê ‘Mafê Hêviyê’ yê AKBK’ê de daxuyaniyek da û got: "Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê tavilê were bicîhanîn.”
-

Kongra Star 1500 name ji bo Rêber Ocalan kom kir
Kongra Star a bajarê Hesekê ji 11 navendên xwe, nameyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kom kir û têkildarî encamên wê daxuyanî da.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Divê denge me bihêztir be
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku çalakiyên xwe ji bo pêşîgirtina li cezayê darvekirinê li Îran didomîne, di daxuyaniyekê de got: “Dengê me divê ji hemû cureyên zilm û zordariyê bihêztir be.”
-

18’emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navnetewî li Sale destpê kir
Bi beşdariya navdarên sînemayê yên dinyayê, 18’emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navnetewî li bajarê Sale destpê kir. Di mihrîcanê de xuliqkariya jinan a di sînemayê de di asta gerdûnî de hate pîrozkirin.
-

Hejmara kesên li Zîvala Xezayê hatin qetilkirin bû 65 hezar û 344
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawî de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Sineyê rojnamevan Jîna Modarres Gorjî ji girtîgehê derket
Aktîvîsta mafên jinan û rojnamevan Jîna Modarres Gorjî, îro piştî 16 mehan ji Girtîgeha Sine hate berdan.
-

Rêxistinên civaka sivîl: Dawî li zextên li Girtîgeha Sîncanê bînin
Rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Sîncanê li dijî sepanên zextê yên bipergalî ya li dijî girtiyên jin, daxuyaniyek dan.
-

TJA: Qedexeyên li dijî jinên Efganistanê sûcê mirovatiyê ye
TJA diyar kir ku li Efganistanê mafê jinan ê jiyanê, perwerde û hebûna wan a civakî bi awayek sîstematîk tê xespkirin û bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku vê rewşê weke sûcê li dijî mirovahiyê nas bikin.
-

Li Îranê ji ber kefaletên zêde tehliye tên astengkirin
Aktivîsta siyasî Îlham Salihî ev zêdeyî 30 rojan e li girtîgeha Qerçekê bê darizandin tê ragirtin.
-

CPJ: Îsraîl berpirsiyarê ji sedî 16’ê cînayetên rojnamevanên li cîhanê ye
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ragihand ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê ya beriya du hefteyan li dijî rojnamevanan li Yemenê pêkanî de, 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.