rojane
-

Li El-Faşerê 300 jin hatin qetilkirin
Wezîra Karûbarên Civakî ya Sûdanê, Selîma Îshak ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di du rojên pêşîn ên ketina nav bajêr de li El-Faşerê 300 jinan qetil kiriye.
-

Bestekar û piyanîsta Îranî Çîsta Garîb Gorganî jiyana xwe ji dest da
Çîsta Garîb Gorganî ya bestekar û piyanîst ku ji 9 saliya xwe ve dest bi muzîkê kir û tevahiya jiyana xwe bi perwerdeya muzîkê derbas kir, roja yekê Mijdarê jiyana xwe ji dest da.
-

Hejmara 140’an a Kovara Jinê derket
Hejmara 140’an a Kovara Jinê bi berga ‘Ezmûna demokrasiya meclîsê: Beşdariya jinan, siberoja civakê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Jinên Dêrazorî bi hezkirin û biryardarî destarê hînî nifşên nû dikin
Li Dêrazorê jin nifş bi nifş bi destarê hem dexl û dan dikutin, hem jî mîrasa çandî diparêzin. Her cara ku destar digere, bi dexl û danê ku dihêre re di heman demê de dibe nîşaneya çand û nasnameyê.
-

Jinên Xezayê neçar dimînin konên xwe li kêleka sergoyan daynin
Di nava karesata koçberiyê ya li Xezayê de, jin ji şert û mercên herî bingehîn ên jiyana mirovan bêpar dimînin û neçar dibin konên xwe li kêlaka sergoyan daynin.
-

Li Mexribê rêgeza ‘esasgirtina berjewendiyên zarokan’ li ser kaxezê ma
Li Mexribê rêgeza “esasgirtina berjewendiya zarok” ji sala 2004’an ve heta niha di dozên malbatan de weke temînat derdikeve pêş lê ji ber valahiyên di pêkanînê de, di biryarên nefeqe û welayetê de mafên jin û zarokan nayên parastin.
-

Rojeva jinên Rojhilata Navîn: Şer, zordarî û berxwedan
Li Rojhilata Navîn ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e bedelê herî giran ê şer û pevçûnan, jin didin. Netew-dewlet bi hemû amûrên xwe jinan di dorpêça tundiyê de dihêlin. Tenê rêyek li hember vêya heye, ew jî hevgirtina jinan e.
-

‘QSD hêza parastina tevahî gelên Sûriyeyê ye’
Jinên ji bajarê Qamişloyê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re anîn ziman, gotin ku pêwîst e QSD cihekî taybet di rêveberiya demkî de bigre û diyar kirin ku ji her pêkhateyê zarokên gel di nava refên QSD’ê de ji bo parastina ax û gelên Sûriyeyê têdikoşin.
-

1’ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê li qada şehîd Egîd kombûn û bi şahiyeke girseyî roja 1’ê Mijdarê pîrozkirin.
-

Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê 13’emîn konferansa xwe li dar xist
Li wargeha penaberan a Mexmûrê 13’emîn konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya ‘Li Şehîdan Xwedîderketin Bi Avakirina Civaka Demokratîk û Komînal Pêkane’ hat lidarxistin.
-

Ji qada Karamayê banga: Bila êdî riyên me bi ewle bin
Di êrîşa li ser riya Şam- Suweydayê ya li dijî otobusa ku sivîl hildigirt de du kes mirin, gelek kes birîndar bûn. Di xwepêşandanên li bajar hatin lidarxistin de gel peyama: “Bila riyên me bi ewle bin, êdî em nexwazin bi tirsê bijîn” dan.
-

Li Mexmûrê bi daxuyaniyekê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li Wargeha Pênaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê salvegera 11’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîroz kirin.
-

Hemwelatiya Kamyaranê Nûşîn Rezaeî hate girtin
Nûşîn Rezaeî ya li Kamyaranê dijî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û birin cihekî ne diyar.
-

Rojnamevan Marziye Hûseynî felca mejî derbas kir
Rojnamevana aboriyê Marziye Hûseynî, di encama zextên darazê ya demek dirêj pê re rû bi rû dimîne de, felca mejî derbas kir û sewqî nexweşxaneyê hate kirin.
-

Tora Jinên Iraqê: Divê dudiliyên di Peymana CEDAW’ê de bê rakirin
Tora Jinên Iraqê, rapora xwe ya 3’emîn a ji bo Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) weşand.
-

Abdullah Ocalan: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelparêz a rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide hatiye destnîşankirin.
-

Xizmên Windayan: Faîlên Şîrîn Bayram eşkere bikin
ÎHD'ê û xizmên windayan, aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ku di Mijdara 1996'an de dema li malek mêvan bû hat binçavkirin û ji wê demê ve agahî jê nehatiye girtin pirsîn.
-

TJA: Serkeftina Kobanê mînaka serkeftina berxwedêriyê ye
TJA’ê di daxuyaniya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de wiha got: “Berxwedana Kobanê di heman demê de bû veguherîn û xweparastineke berxwedêr ku civak, nirxên demokratîk, azadiya jinan û hêmanên ekolojîk jî ji nû ve ava kir.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe eşkere kir û got: “Bi qêrîna Jin, Jiyan, Azadî” li dijî tundiya mêr-dewletê, ji bo aştiyek bi rûmet derkevin kolanan û bi têkoşînê, pêşeroja xwe ava bikin.
-

‘Rondikên çavên jinek’ xelata berhema herî baş a bi zimanê dayîkê girt
Ji ber serkeftina di warê derxistina pêş a nasnameya Kurd de nivîskara Kurd Fewziya Beşara, di çarçoveya Festîvala Îranê de bi pirtûka xwe ya bi nave “Rondikên çavên jinek”layîqê xelata berhema wêjeyî ya herî baş a zimanê dayîkê hat dîtin.