‘QSD hêza parastina tevahî gelên Sûriyeyê ye’
Jinên ji bajarê Qamişloyê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re anîn ziman, gotin ku pêwîst e QSD cihekî taybet di rêveberiya demkî de bigre û diyar kirin ku ji her pêkhateyê zarokên gel di nava refên QSD’ê de ji bo parastina ax û gelên Sûriyeyê têdikoşin.
					NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di demeke ku êrîşên li ser aramiya herêmê zêde dibin de jinên ji bajarê Qamişloyê, piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) anîn ziman. Jinan diyar kirin ku weke hêzeke îradeya gel diparêze, ew ji QSD’ê bawer dikin û dan zanîn ku bi hebûna wê, aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger dibe.
Jinên ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re tekez kirin ku ew ji dil bi QSD’ê re ne.
Hevseroka Yekîtiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henîfa Mihemed da zanîn ku hêzên QSD’ê ji hemû pêkhateyan hatine avakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “QSD hêzeke fedakar û parastinê ye, ji ber vê hêza QSD’ê ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin. Komên çeteyan ketin gelek bajar û gundan, destdirêjî û talanê li ser gel pêk anîn. Lê bajarên ku QSD ketiyê, parastina wan dike, alîkariya madî û lojîstîk jî ji wan re pêşkêş dike. Ji ber ku QSD hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike, gelek hêzên QSD’ê Ereb in, ji ber vê li goristana şehîdan, şehîdên ji hemû pêkhateyan hene û canê xwe ji bo vî welatî feda kirine.”
Henîfa Mihemed destnîşan kir ku QSD hêzeke welatparêz e û wiha got: “Li gundên Sûriyeyiyan ji aliyê Til Temirê ve êrîş ji aliyê çeteyan ve pêk hatin. Ne ji hêza QSD’ê bûya wê gund bihata talankirin û wêrankirin. QSD hêzeke welatparêz e. Ji gelek neteweyan kes di nava QSD’ê de hene. Ew ax, namûsa me diparêzin. QSD ne wekî komên çeteyan ên ku gel talan dikin, dest dirêjî û qirikirinê li ser wan pêk tînin e, ew gel diparêze. QSD, hêza parastina Sûriyeyê bi tevahî ye, xwe îsbat kiriye, di exlaqê xwe de, di sîstema leşkerî de.”
‘Gel bi tevahî QSD’ê dixwazin’
Henîfa Mihemed diyar kir ku bi hatina rêveberiya demkî re gel bi hêvî bû ku jiyana bi aramî bijî û wiha pê de çû: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina rêveberiya demkî re, rojane li deverên Sûriyeyê komkujî tên kirin. Li bajarên li peravên Sûriye û li Suweydayê, gelek destdirêjî û talan hatin kirin li ser sivîlan. Rêveberiya demkî tu kesê naparêze, gelek kesên ku cihê xwe di rêveberiya demkî de digrin di lîsteya terorê de bûn, kesên ku talankirin û wêrankirin li ser gelan pêk anîbûn wê çawa baweriya me bi wan were? Ji ber vê gelê Suweydayê, peravê û heta gelê li Şamê QSD’ê dixwazin. Pêwîst e di rêveberiya demkî de QSD cihekî taybet bigre. QSD gel diparêze, ji ber vê gel bi tevahî QSD’ê dixwazin.”
‘QSD ronahiya me ye’
Hanîfa Mihemed tekez kir ku weke jinên Qamişloyê ji dil û can bi QSD’ê re ne û wiha got: “Dewletên navneteweyî bawerî bi QSD’ê anîne. Rêveberiya demkî berê di bin navê Cebhet EL-Nesra de êrîş û komkujî li ser gel pêk dianîn. Niha çeteyan cilên xwe guherandine û hatine ji bo ku Sûriyeyê birêve bibin. QSD ronahiya me ye. Ger ew nebe em jî tune ne. Em weke jinên Qamişloyê ji dil û can bi QSD’ê re ne û biştgiriya QSD’ê dikin. Destûra Sûriyeyê ya ku hatiye dayîn, destûreke mafên hemû pêkhateyan binpê kiriye. Sûriye pir reng e û pir netew e. Pêwîst e ev destûr were guherandin, destûreke nû were dayîn ku mafên hemû pêkhateyan biparêze û di serî de maf û hebûna jinan mîsoger bike.”
Endama Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilîvan Reşîd anî ziman ku QSD li Bendava Tişrînê bi ser ketiye û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Di êrîşên ku li ser Bendava Tişrînê û Helebê hatin kirin de QSD’ê piştgirî da gel û bi ser ket li bendavê. Ji ber ku gel û QSD bûn yek, bi şêwazê şerê şoreşgerî bû. Zêdetir hezkirin, destek, îrade û hêza gel bi banga QSD’ê re bû. Weke ciwanên PYD’ê dirûşmên me du ne; yek jê ji bo Rêber Apo ye bi hevaltiya komînal bi Rêber Apo re bijîn, ev ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ya din jî ji bo QSD’ê hatiye pêşxistin.”
‘Rêveberiya demkî dibîne ku QSD hêza herî xurt e’
Dilîvan Reşîd da zanîn ku wê her dem dengê xwe ji bo QSD’ê bilind bike û wihe pê de çû: “Piştgiriya ku hêza QSD’ê di civakê de daye, deng vedaye. Wê ev proje ji nifşekî bighîje nifşeke nû her dem wê deng ji bo QSD’ê bilind bibe. Rêveberiya demkî QSD ê qebûl nake û dibêje ne hêzeke ji Sûriyeyê ye. Keç û xortên ku di QSD’ê de cih digrin, ji vê civakê û şoreşê ne. Rêveberiya demkî ji ber ku dibîne QSD hêza herî xurt e, vê qebûl nake. Heta ku em bi banga aştî û civaka demokratîk bijîn, em ê weke jinên ciwan hemû çalakiyên xwe, bi banga QSD’ê û hêza wê xurtir bikin.”
‘DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve ava bike’
Hevseroka Ciwanên Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) Şeza Hisên anî ziman ku wekî jinên ciwan piştgiriya QSD’ê dikin û wiha got: “QSD roleke girîng di Sûriyeyê de dilîze, bi taybetî di banga aştî û civaka demokratîk de. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo civakê û ji bo ku aramî li Sûriyeyê çêbibe tevdigere. Em weke ciwanên PYD’ê piştgiriya QSD’ê dikin lewre ciwan, jin û axa vî welatî parast. Ji nû ve DAIŞ dixwaze xwe ava bike lê QSD bi hêz û tevgera xwe li pêşiya wan sekinî. Di hevdîtinên dawî yên ku bi Rêveberiya Sûriyeyê re tên kirin de, pêwîst e ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê QSD cihê xwe di Rêveberiya Sûriyeyê de bigre.”