Zubeyde Zumrut: Divê êdî tecrîd bê şikandin, ev vekirî û zelal e

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, diyar kir ku eleqeya gel, jin û dostên gelê Kurd ji kampanyaya bi navê "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" re zêde ye û divê tecrîd bê şikandin.

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan- Di dîroka 10’ê Cotmehê 2023’an de ji çar aliyên cîhanê akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên jinan jî di nav de beşek mezin, di asta kurewî de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ya” dan destpêkirin. Hat plankirin ku li 74 navendên temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temsîl dikin daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn, ev hejmar 100’î derbas kir. Em bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut re der batr kampanyaya hatiye destpêkirin û qonaxa heyî ya çalakiyan de axivîn.

Zubeyde Zumrut, bi bîr xist ku heta niha gelek kampanya hatine meşandin û bi taybetî jî bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan çalakiyên demdirêj hatine pêkanîn û wiha got: “Herî dawî kampanyaya “Dem Dema Azadî” hat destpêkirin û meşandin. Piştî vê kampanyayê hat gotin ku divê tiştên din bên kirin. Ji ber vê yekê ev pengava niha hat destpêkirin. Wek dîrok 9'ê Cotmehê ku hevdemê destpêkirina komployê ye hat hilbijartin. Êdî tecrîd girantir dibe. 3 sal in ji Rêbertî agahî nayê. Hevdîtina malbat û parêzer nîn e. Ango hemû raya giştî dizane ku tecrîd çiqas giran bûye. Der barê vê yekê de tu daxuyanî nîn e.”

'Dostên me ji bo azadiya Rêbertî bi fikar in'

Zubeyde Zumrut, diyar kir ku beriya her tiştî divê di xala şikandina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd de gav bên avêtin û der barê destpêkirina kampanyayê de wiha got: “Bêguman kampanyayên berê gelek girîng bûn. Beşek girîng jî cihê xwe girtin û rol lîstin. Di vê kampanyaya ku bi pêşengiya dostên me hat destpêkirin de serokên sendîkayan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û fîlozof hene. Êdî ne tenê Kurd ji bo azadiya Rêbertî û şikandina tecrîdê bi fikar in, ev yek jî ji derveyî me, ji bo dostên me jî fikaran ava dike.”

Zubeyde Zumrut, diyar kir ku nayê qebûlkirin kesek xwedî paradîgmayek berfireh 25 salan li Girtîgeha Îmraliyê dîl bê girtin û wiha got: “Bi pêşengiya dostên me û li 74 navendan bi kûrewî hat plankirin lê 100 navendan derbas kir. Kampanya her ku diçe belav dibe û eleqe zêde dibe. Di nava xwe de çepera xwe berfireh dike.”

'Îmralî pergaleke li cîhanê nayê dîtin e’

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku navenda destpêkirin û biryara komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ewropa ye û bal kişand ku Tirkiye ne xwedî wê hêzê ye pergaleke weke Girava Îmraliyê ava bike. Zubeyde Zumrut, diyar kir ku pergala Îmraliyê pergaleke li cîhanê nayê dîtin e û wiha got: “Lingekî komployê Tirkiye û lingê din jî hêzên navneteweyî û NATO ne. Rêbertî 25 sal in têdikoşe. Têkoşînek pir cidî heye. Îro dostên me pêşengiya vê kampanyayê dikin. Dostên ku bi fikir, felsefe û paradîgmaya wî têdikoşin in. Ji ber vê yekê navê kampanyaye ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ye.”

'Divê êdî tecrîd bê şikandin’

Zubeyde Zumrut, bi gotinên; "Mirovên ku di asta kûrewî de difikirin û fikir bi pêş dixin, vê yekê pir baş dizanin ku çareseriya şer, qeyrana siyasî û kaosa li Rojhilata Navîn tê jiyîn, bêyî Ocalan pêk nayê” û wiha got:

“Helbet astek dîrokî ya pirsgirêka Kurd heye. Sedemên pêşneketina çareseriyê neqebûlkirina daxwaz û statuya Kurdan e, ev yek pir zelal tê zanîn. Li Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirina siyasî yên ji aliyê faşîzm û neteweperestiyê ve li ser Kurdan tên meşandin nîşan didin ku tecrîd ne tenê li ser Rêbertî tê ferzkirin, di rastiyê de tecrîdeke li dijî mirovahiyê ye. Divê êdî tecrîd bê şikandin, ev vekirî û zelal e. Li Tirkiyeyê tecrîda ku di warê hiqûqî de tu bingeha vê nîn e, li dijî Kurdan tê meşandin. Ev encama mantiqek dewletê û feraseta mêrsalar e ku gav bi gav faşîzmê bilind dike.”

Zubeyde Zumrut, diyar kir ku xebatan li ser du lingan dimeşînin û wiha axivî: “Di serî de em xebatên dîplomasiyê dimeşînin. Civak û dostên derveyî me jî diyar dikin ku Rêberê Gelê Kurd, rêberê gelan e. Êdî paradîgma û felsefeyek ne tenê gelê Kurd, gerdûnîbûyî heye. Me dît ku di nava vê kampanyayê de fikrên Rêbertî zelaltir hatine qebûlkirin. Lingekî din ê kampanyayê jî lingê civakî ye. Divê gelê Kurd vê kampanyayê bimeşîne û em zêdetir civakî û bi rêxistin bikin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, di vê xalê de rola civakî pir girîng e."

'Ev çalakî hê destpêk in'

Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku di nava salan de gelek çalakî hatine kirin û berxwedan berdewam dike û wiha got: “Berxwedan wê berdewam bike lê têrê nake. Faşîzma li pêşberê me jî xwe birêxistin dike. Faşîzm her ku diçe bi awayekî hîn zêdetir hovane berê xwe dide gel. Heqîqeta gel a ku li dijî vê yekê derdikeve heye. Ji niha û pê de wê çalakî zêdetir bibin. Bi rastî jî ev hê destpêk in. Me ji bo kampanyayê plansaziya salekê daniye pêşiya xwe. Heta ku em ji Rêbertiyê agahî bigrin em ê berdewam bikin. Heta ku tecrîdê bişkînin û azadiya fizîkî ya Rêbertî misoger bibe dê kampanyaya me bi dostên me re berdewam bike.”

'Nikarin girêdana dostan a bi Rêbertiyê re çêbûye qut bikin'

Zubeyde Zumrut, diyar kir ku wan dest bi çalakiya şandina 100 hezar qertpostalan a ji Îmraliyê re kirin e û wiha got: “Pêwîst e pergala Îmraliyê bê têkbirin. Em wek civak hene û em ê hebûna xwe berdewam bikin. Divê peyama vê yekê bê dayîn; ger hûn hewl bidin girêdana civakê û Rêbertiyê qut bikin jî di navbera gelê Kurd û dostên Rêbertî ya bi Rêbertiyê re girêdanek xurt çêbûye, hûn nikarin vê yekê qut bikin. Pêwîst e bi van qertan vê girêdanê nîşanî dewletê bidin. Pêwîst e Rêbertiyê hîs bikin û bi vê hestê wek berxwedan nîşanî dewletê bidin û peyama xwe bidin.”

17’ê Sibatê li Kolnê mîtînga mezin dê bê lidarxistin

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku qertpostal dê heta 15’ê Sibatê bên şandin û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo Kurdan wek rojek reş hat îlankirin. Berxwedana gel, ciwan û jinên Kurd di sala 1999’an de ev komplo berovajî kir. Biryarên ku komplogerên navneteweyî girtine vala hat derxistin. Em di pozîsyonek vê serdemê derbas dike de ne. Em ê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê mîtîngeke mezin li dar bixin. Bi salane li Strasboûrgê li ber CPT’ê ji bo Rêbertî çalakiya nobetê tê girtin. Ev girêdanbûnek cidî ye. Miletêk ku xwedî li Rêbertiya xwe û vîna xwe derdikeve heye. Zêdeyî 3 milyon Kurd dijîn, çima ji milyonekê zêdetir neyên cem hev. Dem dema vê yekê ye. Xwe gihandina bi mîlyonan mirovan û vegotina vê tecrîdê erk û berpirsyariya me ye. Divê hemû kes biçe kolanek û navçeyek û tiştên li Îmraliyê diqewime vebêje. Helbet ji bo mîtînga 17’ê Sibatê wê amadekariyên teknîk û îmkan bên misoger kirin. Lê divê mîtîngek mezin be. Hêza gel heye. Divê alternatîfên xwe deyne holê û bi ciwanan re hemû kolanan birêxistin bike. Divê gelê me vê yekê bibejê 'ger ez li wir nebim dê kesek kêm bibe dê dengê me lawaz derbikeve.’ Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina diwarên Îmraliyê, di berxwedanê de cihê xwe bigrin. Helbet welatên Îngilîstan û Skandînavyayê wê li cihên xwe meş li dar bixin. Her wiha xebatên me yên ji Tirkiyeyê şandina heyetek û ji bo vê yekê çêkirina binesaziyê heye.”

‘Li ser Kurdan beton hatibû rijandin'

Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku li ser Kurdan beton hatibû rijandin û bi derketina Rêberê Gelê Kurd a 50 sal berê ev beton hatin perçekirin û wiha behsa girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo civakê kir:

“Îro Kurdan ziman û nasnameya xwe nas kirin. Jin gihiştin ferqa hebûna xwe û ev hemû bi têkoşîna Rêbertî kirin. Gel rêberiyê pir baş dixwînin. Bi taybetî dostên me paradîgma, parastin û notên hevdîtinên wî pir baş dixwînin. Min jî gelek şahidiya vê yekê kir. Beşek mezin a li ser vê yekê dihizirin û fikr avadikin hene. Rêbertî ji bo Kurdan, jin û ciwanên Kurd bi qas girîng be, ji bo dostên me jî evqas girîng e. Perspektîfa ku Rêbertiyê danî holê, wêdewletên cîhanê demokratîk bike. Ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, li astw kûreqî modelek heye. Vê modelê ji Rojava mînak digrin. Ger ev model li Rojava bi avakirina gelan zindî bibe, ev felsefeya jiyanê dikare wek gerdûnî belavbibe û bê pêkanîn.”

Li her derê çalakî berdewam dikin

Zubeyde Zumrut, anî ziman ku dema aliyê Ewropayê mêze dikin heyecaneke mezin dibînin û wiha got: “Der barê kampanyayek bi encam de bawerî bilind e. Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ev tê wê wateyê ku êdî wijdan ketiye dewrê. Ev tê wateya ku êdî wijdan ketiye meriyetê. Li girtîgehan greva birçîbûnê, tê wateya bedena xwe feda kirin. Li aliyê din malbatên kesên dikevin greva birçîbûnê jî ji bo edaletê nobetê digrin. Pêwîst e di vî warî de eleqe zêde bibe.” Zubeyde Zumrut, diyar kir ku pêkhate û derdorên cuda li hev dicivîn û çareseriyê digerin û wiha got: "Şert û mercên Ewropayê wek erdnîgariyê zehmet in lê tevî vê yekê jî mirov tên cem hev, ji ber ku baweriyek yekane çareserî û navnîşana Îmraliyê heye.”

'Jinên Kurd xwe bi Rêbertî re nas kirin'

Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku jin pêşengiya çalakiyan dikin û wiha axivî: “Bandorek erênî ya tevgera jinên Kurd li ser jinên cîhanê heye. Rêxistinên jinan ên cîhanê dixwazin ji tercubeyên me sûdê bigrin. Dixwazin li welatê xwe pêk bînin. Di warê avakirina nasnameya jinan û meşandina têkoşîna azadiyê de pêşketineke girîng heye. Di çalakiyên ji bo azadiya Rêbertiyê tên lidarxistin de, jin û ciwan rola xwe dilîzin. Di 15’ê Sibatê de jî ciwan dimeşin û dê bi du milan meş pêk were. Wek jin rewşa ku di çarçoveya pêngavê de tevli çalakiyan bibin û pêşengî dikin heye. Ji bo me pir watedar e, ji ber ku jinên Kurd xwe bi Rêbertî re nas kirin û têkoşîna xwe bi vî rengî bi pêş xistin. Ji ber vê yekê em rola pêşengiyê dilîzin.”

Zubeyde Zumrut, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo 15’ê Sibatê çalakî hene û wiha got: “Armanca me ew e ku di demeke kurt de bi milyonan kesan tevlî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bikin. Her wiha ji bo birêxistinkirina kampanyayê rêzeçalakî û konferansên ku dê dostên me li dar bixin hene.”