Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Xezayê berdewam dike

Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Xezayê didomîne. Di êrîşan de rojnamegerek din jî hat qetilkirin, rêxistinên navneteweyî jî balê dikişînin ser wêneya giran a li herêmê.

Navenda Nûçeyan - Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, hejmara kesên ku di êrîşên ji 7’ê Cotmehê vir ve tên pêkanîn de jiyana xwe ji dest dan bû 24 hezar û 100. Hejmara kesên birîndar jî bû 60 hezar û 834.

Ji aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heta niha li dijî 30 hezar deverên Zîvala Xezayê êriş pêk anîne. Hat diyarkirin artêşa Îsraîlê li Xezayê rojnamegerek din jî qetil kiriye û hejmara rojnamegerên ku di êrîşên berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dan bû 118.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, nûçegihanê wêneyan a Televîzyona El-Gad Yezen ez-Zuveydî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Der barê rojnameger li ku û çawa hat qetilkirin de jî agahî nehat parvekirin.

Koçberbûna herî mezin

Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), diyar kir Filistîniyên li Zîvala Xezayê ji sala 1948'an vir ve rastî koçberiya herî mezin tên. Di daxuyaniya ku di medyaya dijîtal de hat dayîn de dîmenekî bi sernavê "Di 100 saniyeyan de 100 roj" ku wêraniyên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê pêk hatin vedibêje, hat parvekirin. Di dîmenan de kareyên êrîşên hewayî yên Îsraîlê, avahiyên hilweşiyayî, malbat û zarokên ku neçar mane malên biteriqînin û xwe li dibistan û konan stargeh bikin û şert û mercên jiyanê yên dijwar nîşan dide, cih girt. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nifşek zarok rastî travmayê hatiye, bi hezaran hatine qetilkirin, seqet û bê malbat hatine hiştin û hate vegotin mirov jiyanek "nayê jiyîn" didomînin. Hat diyarkirin ji ber êrîşan milyonek û 900 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Li gorî UNRWA’yê, li Refaha ku 280 hezar nifûsa wê heye, niha zêdeyî 1 milyon mirovên ji cih û warên xwe bûne dimînin.

Malên Filistîniyan hat talankirin

Cemiyeta Dîlên Filistinê, ragihand ku leşkerên Îsraîlê di serdegirtina malên Filistîniyên girtî yên li Şerîeya Rojava de zêr, pere û tiştên binirx dizîne û desteser kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên dewleta dagirker (Îsraîl) pere, zêr û tiştên binirx ên malbatên girtiyan didizin û wesayitên wan desteser dikin.” Di daxuyaniya ku hate diyarkirin leşkerên Îsraîlê herî dawî avêtin ser malên girtiyên Filistînî Naîl el-Bergusî, Rabî el-Bergusî û Murad el-Bergusî yên niştecihên bajaroka Kuberê ya bajarê Ramallahê û hate parvekirin leşkeran di malan de bûne sedema tehribetak mezin û pere û 2 wesayîtê li malan desteser kirine.

'Mirovên li Xezayê di dojehê de dijîn'

Dirêktorê Giştî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, 100 rojên êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê wek "trajedî" nirxand û daxwaza xwe ya agirbestê dubare kir. Di daxuyaniya Tedros Adhanom Ghebreyesus ê li ser medyaya dîjîtal de hat destnîşankirin piştî êrîşên Îsraîlê li Xezayê "qeyranek mirovî ya mezin” tê jiyîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber zêdetirê 300 êrîşên li dijî nexweşxaneyan û astengkirina gihandina alîkariyên krîtîk piraniya nexweşxaneyên li Xezayê nikarin xizmet dibin û wiha hate gotin: "Nexweşan, di nava nifûsek ku her diçe neçar dibîne li qadên biçûk asê bibe û gihandina wan a ava paqîj nîne de belav dibe.” Di daxuyaniyê de pênaseya "Mirovên li Xezayê di dojehê de dijîn" hat kirin û banga agirbestê hat nû kirin.