Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin

Li Stenbolê di serdegirtina gelek malan de gelek jinên ku Dayikên Aştiyê jî di navbera wan de hene hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Stenbolê di seatên sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyeta ya bajarê Stenbolê.

Navê hinek kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDP’a Geverê ya berê Selcan Saygi, ji hunermendên Komeleya Çanda Mezopotamyayê (MKM) Dîlan Suyu û Zehra Suyu, Sihat Yilmaz Şukran Tugay, Gonul Kahraman û Yûsûf Acar.