Li Yemenê rêjeya tundiya li dijî jinan zêde dibe

Yekîneya Parastina Jinê ya ku li Nexweşxaneya Giştî ya Al-Savra ya bajarê Taîzê hat avakirin, ji jinên rastî tundiyê tên re piştgiriya pêwîst dide.

RANÎA ABDULLAH

Yemen- Li gorî îstatîstîkên navneteweyî, Yemen di nav welatên ku tundiya li dijî jinan herî zêde tê jiyîn de cih digre. Li welatê ku qeyrana aborî û pevçûn didome, daneyên tundiyê jî roj bi roj zêde dibe. Ji qeyranên li welat tên jiyîn herî zêde jin bandor dibin û nîşaneya van qeyranan jî dîsa tundiya bi şêweyên cuda tê pênasekirin dibe.

Li gorî raporên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) weşand; li Yemenê ji destpêka şerê sala 2015’an û vir ve rêjeya jinên rastî tundiyê tên gihişt nêzî ji sedî 63’an. Jinên Yemenê, di serî de tundiya fîzîkî û derûnî bi metirsiya gelek cureyên tundiyê re rû bi rû ne.

Rêxistinên jinan û aktîvîst ji bo kêmkirina daneyan û parastina jinan xebatên alternatîf dikin. Yekîneya Parastina Jinê ku di 11’ê Mijdara 2023’an de li Nexweşxaneya Giştî ya Al-Savra ya bajarê Taîzê hat avakirin, jinên rastî tundiyê tên qebûl dike. Hejmara jinên ku ji damezrandina xwe heta niha serî li yekîneyê dane gihişt 15’an.

Piştî zewacî yekser rastî tundiyê hat

Raja Qassem a ku ji ber ewlehiya wê em nikarin di nûçeya xwe de navê wê ya rast bidin, yek ji jinên ku serî li Yekîneyên Parastina Jinê da ye. Raja Qassem, bi van gotinan tiştên jiyankir got: “7 mehên zewaca min têrker bû ku ez veguherim mirovek din. Ji aliyê kesên ku ez pê re zewicîm 7 mehan rastî her cure îşkenceyê hatim. Piştre min tiştên jiyan kir, ji malbata xwe re got.” Raja Qassem, anî ziman bi bavê xwe re bi yekîneyê re têkilî danî û wiha axivî: “Min xwest têkildarî ez rastî tundiyê hatim re raporek bijîşkî bigrim. Kesê ku ez pê re zewicim, hefteyek piştî zewaca me min neçar kir tiştên cuda bikim û dema min red kir li min xist û heqaret kir. Di îşkenceya xwe ya dawî de jî rêbazên îşkenceyê bi kar anî. Min ji bo parastina xwe li ber xwe da, lê ji ber hêza wî min nekarî li dijî derbikevim. Min êdî biryar da ez wî berdim. Ez bi birînên lêdanê re çûm mala malbata xwe. Agahiya min ji hebûna Yekîneyên Parastina Jin tune bû. Piştî ku ez fêrbûm, ji bo wergirtina piştgiriya derûnî û hiqûqî bi bavê xwe çûm.”

Piştgiriya tenduristî û hiqûqî tê dayîn

Berpirsa Yekîneya Parastina Jin a Nexweşxaneya Giştî ya Al-Savra Bijîşka Jinekolog Kîfah Abdo jî, diyar kir dixwazin ji bo jinên rastî tundiyê tên qadek bi ewle misoger bikin û wiha got: “Dema yekîtî muayeneya pêwîst ya jinên rastî tundiyê tên dike, piştgiriya derûnî jî dide. Ger pêwîstiyek jinek a hiqûqî hebe, em vê dişînin karûbarên hiqûqê. Em li vir di warê karûbarên hiqûqî û derûnî de bi pisporan re tor ava dikin.”

Hîn zêdetir bûyer tên tomar kirin

Bijîşk Kîfah Abdo, diyar kir ku tundî bi gelemperî li herêmên dûr û malbatên pêşî li xwendina zarokên keç digrin zêdetir tê dîtin û balkişand di navbera jinan de bi taybetî di mijara bêdeng nemayîna tundiyê de zêde tê jiyîn. Bijîşk Kîfah Abdo, anî ziman li gorî daneyên Nexweşxaneya Al-Savra di sala 2022’an de 258 jin ji ber tundiyê serî li darazê dane û diyar kir ev hejmar di dawiya sala 2023’an de jî gihiştiye 508 jinan. Bijîşk Kîfah Abdo, di sûcên li dijî jinan de jî hejmara bûyerên di navbera 2021-2023’an de hatine tomarkirin eşkere kir û wiha got: "10 întixar, 25 bûyerên hewildana întixarê û xwekuştinê û 28 jî bi bûyerên cînayetên jinan derbasî qeydan bû.”

'Îstatîstîkên tundiyê zêde bûn’

Dîrektora Karûbarên Hiqûqî ya Rêveberiya Nexweşxaneya Şoreşê Wafaa al-Salawî jî, dest nîşan kir ku tundiya li dijî jinan ne diyardeyeke taybet e, diyardeyeke giştî ye û wiha got: “Çi di nav malê de, çi fizîkî û çi devkî îstatîstîkên tundiyê zêde bûn. Di rasthatina jinan a tundiyê de faktorên aborî rolek mezin dilêyze. Jinek di aliyê madî ku daxwazên xwe pêk bîne û pêdiviyên xwe yên wek xwarin, stargeh û tenduristiya xwe û zarokên xwe pêk bîne de ne serbixwe ye. Divê em xwe bigihînin jinan û di warê derûnî, aborî û hiqûqî de piştgirî bidin jinan. Her wiha ji bo jinên ji tundiyê rizgar bûne tabana daneyan pir girîng e. Piraniya jinên ku ji tundiyê rizgar bûne jinên ji qadên gundewar û bi taybetî jî jinên koçber in. Bi koçberbûnê re zewacên zarokan jî zêde dibe. Ji ber zêdebûna zewacên di temenên biçûk de, zarokên keç rastî şewazên tundiyê yên cuda tên.”