Zenûbiyayê pêşangeheke pirtûkên Abdullah Ocalan vekir

Li Reqayê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" de pêşangehek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" de, li Reqayê pêşangeheke pirtûkên Abdullah Ocalan vekir.

Pêşangeh li avahiya kombûnê ya li Reqayê  bi beşdarbûna endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê, endamên Meclisa Idlib El Xedra, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin.

‘Pergala Netewa Demokratîk bûye mînak’

Her wiha Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Emel Casim piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah  Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Belavbûna pêngavê li seranserî cîhanê îsbat dike ku pegala me demokratîk e. Ev pergal li tevahî cîhanê bûye mînak û şoreşa me ya jinan ku pêşengiya vê pergala demokratîk dike îsbata vê yekê ye. Têkoşîna me wê dewam bike heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Bi saya fikr û felsefeya wî jin bûne fermandar û di tevahî qadan de pêşengiyê dikin."

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Idrîs pêşangeh li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû, di heman demê de li dijî tevahî gelên azadîxwaz bû.

‘Rewşa Rêberê Apo jinan eleqeder dike’

Rîm Idrîs destnîşan kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan jina eleqedar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye jinan da ku beşdarî avakirina civakeke azad bibin."

Deriyê pêşangehê ji aliyê hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Rîm El Hemûd ve hat vekirin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hat pêşandan