‘Em dest ji têkoşîna xwe ya Edaletê bernadin’

Li Amedê xizmên windayan û rêxistinên mafan di daxuyaniya ku dan de gotin: “Em cardin dûbare dikin ku em dest ji têkoşîan xwe ya edaletê bernadin.”

Amed- Şaxa Amedê a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 773’an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayên kiryar nediyar hatin bilindkirin. Bi armanca piştevaniyê 43 rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

‘Em meqamên darazê daxwazî erk dikin’

Di çalakiyê de destpêkê serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û got: “Tevî ku 40 sal derbas bûye, hîna li aqubeta van mirova tê pirsîn û rayedarek  jî di xeta ku ew li kuderê veşartine zanyarî nadin. Tenê lêpirsînek jî  nayê kirin. Hinek dozên ku em bûne şahid, sewqî dadgehên li aliyê Rojava dikin. Ew jî bi demê re tên xistin. Em carek din dibêjin em li ger xizmên windayane û divê xizmên wan xwe bigihînin gorên xizmên xwe û em meqamên dozgeriyê daxwazî erkê dikin. Em têkoşîna bi rûmet a Dayîkên Şemiyê bi rêzdarî silav dikin.”

 ‘Heqîqet weke nan û avê pêwîste’

Piştre Rayedara Weqfa Mafê Mirovan a Tiriye (TÎHV) Murat Aba diyarkir ku ji ber xizmên windayan û Mirovên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe ya bi israr ji bo hemû kesan bûye hêvî û wiha got: “Ji bo welatek demokratîk bibe, bi cezakirina kujerên cînayetên kiryar nediyar li beramberî dadgehê çêdibe. Heqîqet ji bo me weke nan û avê pêwîste. Em diyardikin ku emê ji wê têkoşînê de li gel wan bin.”

‘Ji ber cerdevantî qebul nekirin, hatin binçavkirin’

Piştî axaftinan di çalakiya vê heftiyê de çîroka Hesen Esenboga ku di sala 1994’an de hatî binçavkirin û windakirin hate parvekirin. Çîrok ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê a ÎHD Berfîn Elçî ve hate xwendin.

Berfîn Elçî diyarkir ku di destpêka sala 1994’an de ji ber Hesen Esenboga cerdevantî qebul nekir li gundê Bênatê hatiye binçavkirin û bi bîrxist ku destur nehat dayîn ku gundî titên xwe jî kom bikin û ji malên xwe derketin û wiha got: “Leşkeran li her aliyê gund tozek zer avêt û gund da ber agir. Li ser vê yekê malbata Esenboga li gundê Findiqliyê bi cih bûn, lê cardin ferzkirina cerdevantiyê berdewam kir. ji ber cerdevantî red kirin, leşkeran ciwanên gund bi îdeaya ku alîkariya rêxistinê dikin xistin binçavan.”

Berfin Elçî, di berdewamiya çîrokê de wiha got:

“Di 13’ê Tebaxa 1994’an de leşkerê girêdayî qereqola Jendermeyan ya herêma Findikliyê, operasyonek li gund da destpêkirin û li hemû malan lêgerin kirin. Piştre jî di navde birayê Hesen Esenoglu Bahrî Esenboga jî di navde 6 kes Îlhan Îbak, Ahmet OzdemÎr, Fikrî Şen, Ahmet Ozer, BahrÎ Esenboğa ve Mehmet Dayan binçavkirin. Ji van 6 kesan tenê Mehmet Dayak piştî 6 mehan hate berdan. Yên din êdî tu xeberek jê nehat girtin.” 

 Cenaze ji aliyê gundiyan ve hate dîtin

Hat fikirin ku derbarê Hasan Esenogul û birayê wî û 4 gundiyên din derxistina gotinên ku milis e û binçavkirina wan ji bo pareye; ji bo aqubeta birayê xwe bi zanin gelek hewildan da. Bahrî Esenboga û çar gundiyên din piştî bi zorê windakirin çar mehan, di 25’ê Kanuna 1994’an de Hesen Esenoglu ji bo ka lawirên xwe ka bikire çû bû Cizirê û êdî ne vegeriya. Hinek kesan dît ku li çar rêyana Cizîrê Cemal Temizoz jî di navde bi zorê xistin li erbeyek sipî, lê belê ji ber ku tirsiya bûn nexwestin şahidiyê bikin. Cenazeyê Hesen Esenboga piştî 4 rojan li ser rêya Cizir-Îdilê li araziyek vala ji aliyê gundiyan ve hate dîtin. Hevjîna wî herçendî daxwazname dabe dozgeriyê jî encamek negirt. Tevî hemû hewldanên malbata Esenboga di pêvajoya hiqûqê de pêşketinek nehat jiyankirin.

 Em weke parêzvanên mafê mirovan û mirovên şemiyê em ji bo heqîqet derbikeve holê kiryar cezayê xwe bikşînin têkoşîna xwe berdewam dikin. Çiqas sal derbas bibe bila bibe ji bo mirovên em bûne qurbanê cinayetên siyasî û kiryar nediyar dest ji têkoşîan xwe ya edaletê bernadin.”

Çalakî piştî axaftin û parvekirina çirokan ji bo hemû kiryar nediyaran bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.