Doza Beste Gokalp dê careke din were dîtin

Doza Beste Gokalp ku li Amedê di sala 2014’an de li avahiya ku lê dima ji qata 4’an bi awayê bi guman ket erdê û jiyana xwe ji dest da, wê careke din were dîtin. Tevî şopên derbê jî doz hatibû girtin, ATK’ê piştî 9 salan li cihê bûyerê xebatên keşfê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê, di meha Mijdarê de 36 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 23 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Di salên dawî de bi taybetî ji ber zêdebûna mirina jinan a bi guman û bûyerên ketina erdê, di bûyerên qetilkirina jinan de lêkolînên der barê bûyerê de baş nayên kirin. Yek ji mînaka vê pêvajoyê jî di doza Beste Gokalp ku di sala 2014’an de li mala ku lê dima ji qata çaran bi awayek bi guman ket û jiyana xwe ji dest da ye. Piştî bûyerê lêkolîna ku hat destpêkirin Hamza B. di mala ku bûyer lê qewimî de nehat binçavkirin, li cihê bûyerê keşif jî piştî 9 salan di meha Mijdarê de hate kirin.

Bi awayekî bi guman ji qata çaran ket!

Bûyer di 28’ê Kanûna 2014’an de li taxa Ofîsê yaYenîşehîra Amedê qewimî. Beste Gokalp a ku hê 18 salî bû, bi Hamza B. yê 30 salî re û li mala ku bi havalên xwe re dima di saet 3’ê şevê de ji qata çaran bi awayekî bi guman ket û jiyana xwe ji dest da. Di dema bûyerê de hat zanîn ku wê kêliyê gazî ambulansê nehatiye kirin, hat zanîn ku piştî bûyerê 3 saetan xeber dane malbata Beste Gokalp. 

Di rapora otopsiyê de şopên derbê hatin dîtin!

Der barê bûyerê de lêkolîna ku ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de di vê pêvajoyê de piştî îfadeya Hamze B. û kesên din ên li malê hatin berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku doz vekir, xest Hamze B. ji sûcê ‘alîkariya ji bo întiharê’ were darizandin. Di doza ku hat vekirin de Hamza B. diyar dikir ku beşdarî du danişînan bûye, di parastina xwe de behsa tehrîka bê maf kir, diyar kir ku hewl daye Beste ji întiharê rizgar bike. Piştî bûyera ku qewimî di rapora otopsiyê ya ku hat girtin de, kiryar ev îfade derewand. Di raporê de derket ku di bedena Beste de gelek şopên derbe, travmaya serî û xwîna hundirîn hene.

Dadgeha Îstinafê biryara beraatê xira kir!

Tevî ku şopên darbê di rapora hat girtin de hene jî 6’emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê rapora ATK’ê daxwaz nekir, di sala 2018’an de kiryar Hamza B. ku ji doza dihat darazandin ji ber kêmaniya belgeyan biryara beraatê der barê wî de da. Biryara ku hat dayîn ji aliyê malbat û parêzerên Besteyê ve birin dadgehek jortir, Dadgeha Îstinafê di meha Îlona 2023’an de der barê darizandinê de got; “Divê ji ATK’ê pisporek dozê lêkolîn bike û guh bide hemû şahidan.” Bi daxwaza kêmaniya agahiyan, biryar da ku darizandin careke din ji nû ve were destpêkirin.

10 sal piştî bûyerê dê li cihê bûyerê keşf hat kirin!

Piştî biryara xirakirinê, 9 salan li cihê bûyerê keşf hat kirin. Di keşfa ku hat kirin de parêzer û pisporên ATK’ê amade bûn. Ji parêzerên ku beşdarî dozê bûne Cafer Koluman, got ku pisporên ATK’ê nêzîkatiyek zanistî raber nekirine. Cafer Koluman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me keşfa cihê bûyerê di 9’ê Mijdarê de kir. Piştî keşfê danişîna yekem roja 22’ê Mijdarê hat lidarxistin. Me parastina xwe kir, aliyê din jî parastina xwe kir. Pisporên ku di keşfê de cih girtin, diyar kirin ku di rapora ATK’ê de tu beyanek zelal ku bûyer întihare yan jî cinayete cih negirtiye. Me ji bo ev guman derbas bibe li raporê îtiraz kir û me xwest raporê bişînin ATK’a Stenbolê. Lê belê şandeya dadgehê ev îtiraz red kir. Danişîn taloqî 13’ê Kanûnê kir. Em weke di dema darizandina yekem de careke din bi guman in ku beraat derbikeve.”  

‘Ruxmê hişyariyan me dev ji keça min berneda’

Derbarê bûyerê me bi dayika Beste Gokalp Nazan Yikilmaz re hevdîtin kir Nazan Yikilmaz diyar kir ku divê bûyer bi bêcezabûnê neye girtin û destnîşan kir ku keça wê ne kesek wisa bû ku întihar bike û bûyer ne întihar cinayet e. Nazan Yikilmaz di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şexsê bi navê Hamza B. keça wê qetil kiriye û ev 9 sal in lêgerîna edaletê didomîne û wiha pê de çû: “Keça min dema hat qetilkirin şagirda zanîngehê bû. Vî mirovî keça min di dema dibistana amadeyî de bû nas kir. Dema ku me bûyer ferq kir, me mudaxele kir. Me bi dehan caran kiryar hişyar kir. Lê ji keça min dûr neket. Roja bûyerê keça min telefon kir got ez ê li gel hevala xwe bimînim min meraq nekin. Piştî çend saetan min agahiya mirina keça xwe girt.”

‘Keça min întixar nekir hat qetilkirin’

Nazan Yikilmaz diyar kir ku piştî ji bûyerê agahiya wê çêbûye Hamza B. li wan negeriya ye û wiha berdewam kir: “Kiryar got ku keça min întixar kiriye. Got ku keça min xwe avêtiye. Lê di rapora otopsiye de diyar bû ku di bedena wê de şopên lêdanê hene. Kiryar di bûyerê de ne li ambûlansê geriyaye ne jî tiştek kiriye. Bi xwe keça min avêtiye û li bendê maye ku bimre. Piştî bûyerê sibehê saet di 7’an de gotin keça te miriye. Wê şevê li wê malê çi bû nizanim. An xwestin keça min tacîz bikin, an jî derb kirin. Çi bûye em nizanin lê teqez ev ne întixar e, ev cinayet e. Keça min piştî 2 rojan dê biketa sala xwe ya 19’an. Keça min nebû 19 salî hat qetilkirin.”

‘Kiryarên jinan bila cezayên xwe bikşînin’

Nazan Yikilmaz diyar kir ku dadgehê bêyî lêkolîna bûyerê bike biryara beraetê daye û tevî xerabûna dosyayê jî heman helwesta xwe berdewam dike û destnîşan kir ku ew kes di dema dozê de carekê jî nehatiye binçavkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên li gel wî jî şahidiya derew kirine. Di sala 2014'an de dema lêpirsînê dest pê kir, dozgeriyê got ku ev ne xwekuştin e, kuştin e. Lê belê çi bû, dozgerê dozê guherî. Dadgehê di danişîna ewil de jî hewce nedît ku rapora ATK'ê lêkolîn bike. Ez  dayik im li edaletê digerim. Ji ber hinek sedeman dadgeh dixwaze ser vê bûyerê bigre lê ez tu carî destûrê nadim. Divê hemû bûyerên qetilkirina jinan bên ronîkirin û kujer bên cezakirin. Bila êdî edalet pêk were. Bes e!"  Rûniştina dozê dê di 13'ê Kanûnê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.