Yekemîn Konferansa Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyeke dawî bû

Yekemîn Konferansa Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk ku bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” destpêkiribû, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Qamişlo- Yekemîn Konferansa Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk  bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” destpêkiribû bi nirxandina kar û xebatan domdar bû. Her wiha 300 delegeyên jin di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdarî Konferansê bûn. Gelek mêvan ji sazî, dezgeh,  rêxistin, tevgerên jinan beşdar bûn. Di heman demê mêvan ji Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongra Star, Kombûna Jinên Zenûbya, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Weqfa Jin a Azad, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, olên mîna ji Êzîdî, Şiî, Sûryanî û Zerdeştî di konferansê de amadebûn.

Konferans bi xwendina rapora kar û xebatên Meclîsa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de dewam kir. Di heman wextê de sînevîzyonek têkildarî kar û xebatên ku di nava salan de kiribûn pêşkêş kirin. Her wiha nameyên pîrozbahî ji bo konferansê hate xwendin. Dîmenên ji welatên cuda ji bo konferansê hatibûn şandin hatin guhdarkirin. Rewşa rêxistinî hate niqaşkirin. Rêzîkname hate xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin. Koordînasyonên nû ji bo Meclîsa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de hatin hilbijartin û herî dawî konferans bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

Daxuyaniya ku hate dayîn wiha bû:

“Bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” di Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekemîn konferansa Meclîsa Jinê hate lidarxistin. Konferans dema ku ji rewşên zehmet, kerasetên ku herêm tê de derbas dibe, ji dorpêçê, tawanên çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê heye, tê lidarxistin. Daxwaza me ya yekem ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye ku fikra Îsalama Demokratîk li ser bingeha banga edalet û wekheviyê dike pêşkêş kir. Di heman demê de bi hewildana hemû endamên meclîsê, saziyên wê û bi amadebûna jinan ji hemû sazî, meclîs, deste, tevger û koordînasyonên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ev konferans bi armanca balkişandina li ser parastina Îslama demokratîk hate lidarxistin.

‘Armanc avakirina îslama demokratik e’

Ji destpêka şoreşa jinê heta niha guhertin û veguhertinên mezin di nava civakê de pêk hatin ku bi taybet di warê ol de hewildanên wekheviya di navbera jin û mêr, civak, ol û baweriyan belavkirina ruhê jiyana azad beşdarî civakê kir. Di vê konferansê de rapor û rêzîkname hatin pêşkêşkirin, em armanc dikin ku îslama demokratîk ava bikin. Her wiha em hewil didin em bibin rastiya jinên ku di warê exlaqî û polîtîk, jinên ku mohra xwe li ramana îslama demokratîk xistine û cewherên wê yên rasteqîn derxistine, bidin jiyîn. Ji aliyê îslama siyasî ve li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê mirovahî rastî kuştin û koçberiyê tên, lewma bêedaletî zêde bû û trajediya gelan zêde ye. Ev yekana di bin navê olê de tên kirin. Em ê li ser bingeha îslama demokratîk, parastina rûmeta mirovahiyê esas bigirin û edalet û wekheviyê di nava civakê de belav bikin.”

Pilansaziya dema pêş wiha ye:

1- Ji bo damezrandina akademiyek taybet ji bo Encûmena Jinan di Kongra Îslama Demokratîk de xebat were meşandin.

2- Bihêzkirina ragihandina encûmanê bi amadekirina plansaziyeke medyayî ya herdemî ku tê de bernameyên ku pirsgirêkên jinan di ol û civakî de were nirxandin.

3- ji bo berfirehkirina peywendiyan li ser asta herêmî û cîhanî di warê danûstandina serdan û lidarxistina semîneran bi riya platformên medyaya civakî xebat were meşandin.

4- Li ser amadekirina kûrsên perwerdehiyê xebat bê kirin.

5-Berdewamkirina lêkolîna taybet li ser hedîsên lawaz û çêkirî yên di derbarê jinan de û komkirina wan di pirtûkek taybet de.

6-Birêxistinkirina xebatên Meclîsa Jinan li herêmên ku hîn nehatine birêxistinkirin û li gorî pêwistiyê zêdekirina endaman.

7- Ji bo bilindkirina rola jinan di Komîteya Fetwa û îctîhadê de di çerçoveya Kongraya Îslama Demokratîk de xebat were meşandin.

 Konferans bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.