Jin li ser demokratîkkirina Îslamê nîqaş dikin

Yekemîn Konferansa Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” destpêkir.

Qamişlo - Piştî amadekariyek mezin, yekemîn konferansa Meclîsa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Konferans bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” bi tevlîbûna 300 delegeyan destpêkir. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, jinên pêşeng, pankartên bi nivîsa “Jin jiyan azadî”, “Tevlîbûna demokratîk ya di destpêka îslamê de rastiyeke guman têde nabe”, hatibû xemilandin. Di heman demê de mîvanên ji Rêveberiya Xweser, Jinên Kombûna Zenûbya, Kongra Star, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, jinên di nav tevger û rêxsitinên siyasî, Meclîsa Malbatên şehîdan, Weqfa Jin, Hemû ol û bawerî ji Êzîdî, Şiî, Sûryanî û Zerdeştî di konferansê de amadebûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir. Paşê diwana konferansê hatin hilbijartin.

‘Em dikarin bi hev re civaka exlaqî û polîtîk ava bikin’

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Kongraya Îslama Demokratîk Delal Xelîl ve wiha hate kirin: “Xwîşkên hêja konferansa yekem a Meclîsa Jin di Kongra Îsalama Demokratîk de  serkeftinek mezin a jinan e. Ev konferans ne ji xwe ye, ji ber pêwistiyek lezgîn pê hebû ku me li dar xist, lewma em spas ji herkesî ku ji bo ev konferans bê lidarxistin kirine, dikin. Cîhana îslamî îro pêwistiya wê heye ku cewherê îslama rast bide fêmkirin ku wê bersiva rast bide. Ji cewhera rast a îslamê dûrketin çêbûye, ger em di riya rast de ol mêze bikin, em ê bibînin ku ol di rastî de pirskirêkên ku em dijîn çareser dike û berjewendiyên welat li ser berjewendiyên şexsî digire. Peyama Îslam banga azadî û wekheviyê dike. Peyama îslamê zelal e ku herdem banga heqê dike û dibêje divê civak, jin û mêr wekhev bin. Dema em îslama rast dixwînin em dibînin herdem dixwaze jinê pêş bixîne û li ser jin ayet jî hene. Piştî demên dirêj û heta roja îro li pêşiya jin kelem hate dayîn heta hat wê astê ku jin ji ol bi giştî hate qutkirin heta şoreşa 19’ê Tirmehê. Bi şoreşa 19 tirmehê em gihiştin asta herî bilind. Hin bêtir keda jinan lazim e ku em civakê pêş bixînin. Jin dikarî xwe îspat bike ku serkeftinan tacîdar bike. Em hîn bêtir kar bikin û derfetên heyî nema dubare dibe. Ji bo ol jî kedek mezin bidin ku di navbera civakan de wekhevî avabikin. Divê jin rola xwe di nav civakê de bilîze. Em bi hev re civaka exlaqî û polîtîk ava bikin.”

‘Kongra Îslama Demokratîk dixwaze îslama demokratîk misoger bike’

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî bal kişand li ser îslama demokratîk û wiha got: “Bi baweriya hêza ramanên îslama demokratîk em civakek exlaqî û polîtîk vejîn dikin. Ev konferans wê bibe konferansekî ku rastiya îslam û ol diyar bike. Di nav de rastiya hêza jin di nava civakê de diyar bike. Dîsa em rastî komkujiya Parîsê ya duyem dibin di şexsê Evîn Guyî û hevalên wê de û komkujiya Parîsê Sakîne cansiz û hevalên wê de tevahî şehîdan bi bîr tînin û şopandina riya têkoşîna wan nû dikin. Îro jin bi vê konferansê dixwaze, pergala desthilatdar a ku dixwaze hêza jin bişkîne, ev kombûn nîşan dide ku jin ji xwe bawer e û tucar hêza wê nayê şikandin. Jin dîroka xwe ku hertim rastî qirkirinê hatiye, dixwaze bi fikrên azad bi siyasetek demokratîk vê yekê di nava civakê de  biguhêrîne. Pêvajoya ku em têde derbas dibin, hertim pergalek qirkirinê di şexsê jinê de hatiye kirin. dema jin di nava civakê de hatiye dorpeçkirin, di bin navê ol û adetê de hatiye perçiqandin. Kirasek li gor pergala desthilatdar hatiye lêkirin, lê îro jin wê kerasî diqetîne. Jin herdem derdora xwe civakbûn, edalet û wekhevî dida avakirin, îro ev yekana Kongra Îslama Demokratîk girtiye li ser milê xwe û dixwaze cardin van yekan ava bike.”

‘Şaştiya ku hatiye ferzkirin, bi netewa demokratîk tê rastkirin’

LI ser navê Kombûna Jinên Zenûbya Meryem Osman wiha got: “Pêwiste nêrîna şaş li ser jin tê gotin divê em rast bikin ku em vê rastbûnê di netewa demokratîk de dibînin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe xwest şaştiya ku diçe rast bike. Rêber Apo her ji bo azadiya jin bang kir. Em jî em ê li ser vê riyê dewam bikin. Ji bo misogerkirina şoreşa jin, em ê netewa demokratîk biparêzin. Herî dawî em spasî ji herkesî re dikin ku herkesê ku divê konferansê de amadeye dixwaze îslama rast a demokratîk ava bike.”

‘Jin di civaka exlaqî û polîtîk de rolek girîng dileyîz e’

Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatma Xelîl diyar kir ku hêviya wan ewe ku îslama rast di nava civakê de were avakirin û wiha domand: “Xwîşk û hevalên hêja bi navê Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hemû şehîdan bi bîr tînin. Îro jin di civaka exlaqî û polîtîk de rolek girîng dilîze. Xwîşkên hêja weke hûn dizanin Kongra îslama demokratîk hate avakirin ku hemû sivana olan di nava xwe de dihewîne ku armanc ewe ku avakirinek wekhev di nava olan de pêk were. Lidarxistina konferans di vê demê de girîng e ji ber herêm rastî êrîşên dijwar tê. Îslam şaş hatiye rûniştandin, divê îslama rast banga aşitî û wekhevî bikin. Di encama van tiştan de divê jin rola xwe ya pêşeng û çalek di nava civakê de bileyîz e. Divê li hember cinsiyetpereziya ol şer bike. Jin îro xwe îspat kir, jin dikare rola xwe di asta ol, bawerî û îslamî de bi çalek bileyîz e. Em cardin konferans pîroz dikin û em hemû bawerin ku wê ev konferans bibe wesîle ku di navbera gelan de hezkirin çêbe û jiyanek hevbeş di nava civakê de ava bike.”

Konferans bi xwendina rapora Meclîsa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de ji Konferansa avakirinê re dewam  dike.