Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 20 hezar û 57

Di êrîşa Îsraîlê ya ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 20 hezar û 57, hejmara birîndaran jî bû 53 hezar û 320. WFP’ê bal kişand ser xetera xelayê û banga agirbestê dubare kir.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê dabû destpêkirin bênavber didomin. Artêşa Îsraîlê bajarê Xan Yûnis û Kampa Penaberan a Cibailya jî di nav de gelek cihên sîvîl ên girêdayî Zîvala Xezayê bombebaran kir.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; di encama bomberbarana artêşa Îsraîlê ya li ser kampa penaberan a Nusayrat gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di êrîşa ku li ser kampa Cîbaliya ya dikeve bakurê Xezayê çêbûn de piraniya wan zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de dayikek û 5 zarokên wê yên keç hebûne.

Ambulans û ekîbên rizgarkirinê negihîştin

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di encama bombebarana malekê de li herêma El-Nazla ya bajarê Cîbaliyayê, bi dehan caran agahî ji wan re hatiye ku tê de gelek mirî û birîndar hene lê tu ambulans û tîmên rizgarkirinê nekaribûne bigihîjîn wan. Her wiha hêzên Îsraîlê êrîş birin ser servîsa lezgîn a Heyva Sor û wan binçav kirin. Hat diyarkirin ku nayê zanîn xebatkarên tendirustiyê birine ku derê.

Hejmara miriyan 20 hezarî derbas kiriye

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di êrîşên Îsraîlê yên di nav 48 seatan de 390 kesan jiyana xwe ji dest dane û 734 kes jî birîndar bûne. Heya niha di êrîşan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 57’an û 53 hezar û 320 kes jî birîndar bûne.

Hejmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane bû 98

Li gorî agahiyên Ofîsa Medyayê ya hikumetê ya li Xezayê; rojnamegerên bi navê Ala Ebû Muammer di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye. Ji 7’ê Cotmehê ve hejmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 98’an. Der barê Ala Ebû Muammerê ku li ku û çawa jiyana xwe ji dest daye de tu agahî nehat dayîn

Dengdana KENY’ê  4 caran hat taloqkirin

Ji aliyek din ve dengdana pêşnûmaya biryarê ya der barê alîkariyên mirovî yên li Xezayê ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) muzakere dihatin kirin lê li hev nehatibû kirin, cara 4’emîn hat taloqkirin. Hat diyarkirin ku dê dengdan îro dîsa were kirin.

Pêwendî gav bi gav tê dabînkirin

Şîrketa Telekomûnîkasyonê a Filistînê Jawwal der barê înternet û pêwendiyê a ku 7 car qut bûye daxuyaniyekî nîvîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên berdevam xizmetên pêwendiyê yên ku li herêmên naverast û başûrê Zîvala Xezayê qut bibûn, gav bi gav vedigerin.

WHO: Li Xezaya rûyê erdê veguheriye dojehê dehşetek bê pênase heye!

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de got: "Min jimareya kêliyên ku digot qey qeyrana li Xezayê ji vê xedartir nabe ji bîr kir." Tedros Adhanom Ghebreyesus rewşa Xezayê ku di nava 3 mehan de behsa kuştina zêdetirî 20 hezar kesan ku piraniya wan jin û zarok in û birînên metirsîdar ên zêdetirî 52 hezar kesan ji bo mirovahiyê "rewşeke riswa ye" nirxand û got: "Kesên ku li vî cihê (Xezayê) ku li ser rûyê erdê bûye dojeh asê mane dehşetê dijîn."

‘Travmayên ku dê bandora wê demek dirêj bimîne tên jiyîn’

Tedros Adhanom Ghebreyesus bi bîr xist ku li Xezayê ji 36 nexweşxaneyan tene 9 ji wan xizmetê didin û wiha berdevam kir: “Sîstemeke wêranbûyî heye, nexweşxaneyên lu bakur ji derveyî xizmetê mane.”

Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku di gihîştina alavên tibî de pirsgirêk tên jiyîn û diyar kir ku travmayên ku dê bandora wan demek dirêj bimîne tên jiyîn û her wiha li Xezayê di pêvçûnên dijwar ên diqewimin de, rojane zêdetirî 300 kes jiyana xwe ji dest didin û got: “ Divê li Xezayê ev komkujî bê rawestandin. Bi lezgînî pêwîstiya me bi agirbestê heye.”

NY: Li Xezayê xetariya xelayê heye

Di daxuyaniya nivîskî ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ku navenda wê li Romayê ye de wiha hat gotin: "Li Xezeyê ji çar malbatan yek niha bi birçîbûna giran re rû bi rû ye û li gorî 'Tesinifandina Qonaxa Ewlehiya Xwarinê ya Yekgirtî' (IPC) ya nû, "Ger ku xizmetên tenduristiyê û paqijiyê neyên peydakirin xetereya xelayê heye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rapora dawî ya analîza ewlehiya xurekan a WFPyê ya ji bo Xezayê hat destnîşankirin ku tevahiya nifûsa Xezeyê (nêzîkî 2,2 milyon kes) di nav krîzê de ne yan jî bêewlehiya xurekê heye." Rapora IPC’ê destnîşan kir ku ji sedî 26 ê Xezayiyan (576,600 kes) çavkaniyên xwe yên xwarinê û kapasîteya xwe ya çavkaniyên bingehîn qedandine û bi birçîbûnê felaket re (IPC Qonaxa 5) rû bi rû mane. Di rapora IPC'ê de wiha hat gotin: "Eger rewşa niha ya pevçûnên dijwar û gihandina alîkariyên mirovî yên bi sînor berdewam bike, di 6 mehên li pêş de metirsiya xelayê heye."

‘Her kes di xeterê de ye’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên li Xezzeyê ji xebatkarên WFP'ê re gotine ku ew gelek caran rojên xwe bêyî xwarinê derbas dikin û ji bo ku zarok karibin bixwin gelek mezin birçî mane.

Rêvebera WFP Cindy McCain jî ev tişt got: “WFP, der barê felaketa ku dihat bi hefteyan hişyarî dikir. Lê mixabin ger daxwazên me bê ewlehî û pêwendî be bê çare ye. Li Xezayê her kes di xeterê de ye. Em nikarin li kesên ji birçîna bimrin temaşe bikin. Pêwîstî bi gihandina destwerdana mirovî ya bilez heye da ku pêdivî bigihîje Xezayê û sivîl bikaribin bi ewlehî alîkariyên jiyanê bigrin. Niha pêdiviya herî bi lez bi aştiyê heye. WFP bangawaziya xwe ya agirbestê dubare dike. Divê welatên cîhanî ji bo rizgarkirina mirovan bi hev re tiştek bikin.”