Polîsên DYA’yê jinek reşik qetil kir

Li bajarê Los Angeles ya DYA’yê jina reşik a ku îxbara tundiya din av malê de kir, ji aliyê polîsan ve bi dehan caran hate gulebarankirin û hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin Niani Finlayson jineke reşik a Amerîkî ya 27 salî ku li bajarê Los Angeles ê eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê telefon li 911’ê kiribû û ragihandibû ku rastî êrîşa hevserê xwe yê berê hatiye, ji aliyê cîgirê şerîf ve hatiye kuştin. Di 21'ê Kanûnê de, polîs û parêzerên malbata Fînlayson têkildarî bûyera di 4'ê Kanûnê de pêk hat de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji cîgirê ofîsa Şerîf ê Los Angelesê (LASD) Nîani Fînlayson gulebaran kiriye û kuştiye.

'Bi keça xwe ya 9 salî re bû'

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê; Di daxuyaniya LASDê de hat gotin ku piştî Niani Finlayson gazî polês kir, cîgirên şerîf çûn apartmanê ya li bajarê Lancasterê, di dema bûyerê de qêrîn ji hundir bihîstin û jinek li hundir bi xwe re keça xwe ya 9 salî re bû.

Dîmenên kamerayê nehatin weşandin

Parêzerên malbatê diyar kirin ku Nîanî Fînlayson ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatiye birîndarkirin, der barê çawaniya kuştina jinê de agahî nehat dayîn. Ofîsa Şerîf a Los Angelesê jî red kir ku dîmenên kameraya laşê hêzên ewlekariyê yên ku bersiv dane bûyerê belav bike.

Niani Finlayson bi gulebarana dehan caran hatiye qetilkirin

Li gorî LASD, Niani Finlayson kêr di destê wê de hebû û bi wê kêrê gef li mêrê ku tundî pêk anî bû dixwar. Ofîsa Şerîf îdîa kir ku cîgirê şerîf ê bi navê Ty Shelton di vê demê de gulebaran kiriye. Lê malbatê ev daxuyanî red kir, û israr kir ku Niani Finlayson eşkere bû qurbana şîdeta nav malê û gef li polîs nexwariye. Li gorî lêkolînan, Niani Finlayson gelek caran hatiye gulebarankirin û hatiye kuştin.

'Polîs derewan dike'

Keça Niyanî Fînlayson Xaîşa ya ku bû şahidê kêliya qetilkirina dayika xwe, di civîna çapemeniya ku duh bi beşdariya bapîr û dapîra xwe de got: “Polîs bi gotina dayika min gef li wan xwariye re derewa dike.”

Xaîşa daxwaz kir ku Cîgir Ty Shelton bê dadgehkirin.

Li dijî ofîsa şerîf serlêdana sûc kirin

Malbata Niani Finlayson doh derbarê Şerîf de serlêdana sûc kir. Malbatê der barê berpirsyaran de bi îdiaya “ji ber xemsarî, destdirêjî û binpêkirina mafên sivîlan mirin” doz vekir. Ofîsa Şerîf a Los Angelesê ragihand ku ew ê hefteya pêş dîmenên kameraya laş belav bikin.

Di qeydên fermî de derket holê ku heman cîgirê şerîf beriya 3 salan di bin şert û mercên wiha de sivîlek din kuştiye.