Yekemîn dublora Îranî li ser balafirê piştgirî da serhildanan

Serhildanên li bajarên Îran û Rojhilat berdewam dikin, yekem jina dublor a Îranê Mahsa Ahmadî li hewayê li ser balafirek dimenê xwe yê li ser hesabê tora civakî belav kir û got; “Ji bo gelê xwe û jinên Îranê ez bi serbilindî li ser lingan im.”

Navneda Nûçeyan- Ji dema serhildanên ku li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirine ve heta niha, jin qadan naterikînin. Şeva din li gelek bajarên Îranê çalakiyên protestoyî berdewam kirin. Grevên ku berdewam dikin ketin roja xwe ya duyemîn û li bejarên Îran û Rojhilat di tevahiya şevê de çalakiyan li gelek cihan berdewam kirin, di berdewamiya şevê de wêneyên Hamaney û navendên Besic dan ber agir.

Lî Îranê çalakî berfireh dibin

Ji deveyî paytex Tahranê li Meşhed, Karaj, Keshiraz, Kum, Rasht, Esfahan, Sine, Îslamşehîr çalakgeran dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em ê nîzama xizanîkirinê têk bibin’, ‘Êdî bes e ji rejîma Molla re’ hatin berzkirin. Xwepêşanderên Tahranê pankartên ku wêneyê Hamaney li ser dan ber agir. Xwepêşadanên li Esfrainê dîrekên ku girêdayî sêlên televîzyona hikumetê dan ber agir. Li bajarê Kumê xwepêşanderan baregeha Bacic dan ber agir. Li bajarê Meşhedê gel avahiyek hikumetê da ber agir. Li gelek bajarên çalakgeran barîkat danîn ser riyan û hemwelatiyan jî ketina polîsan a taxan asteng kir.

Piştgiriyek ji bo serhildanan ji Mehsa Ahmadî hat

Ji bo serhildanên li Îranê piştgiriyek ji yekemîn jina Dublor a Îranê hat. Yekem jina dublor a Îranê Mahsa Ahmadî dîmenê xwe li ser tora civakî belav kir û got; “Ji bo gelê xwe û jinên Îranê ez bi serbilindî li ser lingan im.’ Di dema vê pêşandanê de Mahsa Ahmadî hicaba xwe derxist û piştî wê kefiya xwe bi bayê re berda.

Dublora jin a yekem a Îranê Mahsa Ahmadî ji derveyî welatê xwe li gelek welatên cuda di fîlman de rol lîstiye.