Girtiyên jin: Werin em di şeva Yeldayê de stranên xwe yên azadiyê bibêjin
Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Karçakê têkildarî Şeva Yeldayê daxuyaniyek dan û bang kirin û gotin; "Em bi hev re stranên azadiyê bistirên."

Navenda Nûçeyan – Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Karçak a bajarê Varamînê yê Îranê bi boneya ‘Şeva Yeldayê’ daxuyaniyek dan. Girtiyên jin bi gotinên "Em bi hev re di şeva Yeldayê de stranên azadiyê bistirên" bang li hemû girtiyên li girtîgehên Îranê, xizmên xwe û berxwedêrên li qadan kirin.
'Bi stranên azadiyê dê dilê me germ bibe'
Girtiyan diyar kirin ku wê îşev saet di 22:00’an şûnde dest bi gotina stranên azadiyê bikin û gotin ku ew ê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û sirûdên azadiyê li qadan daxwazên azadiyê yên jinan tacîdar bikin. Girtiyên jin gotin; “Bila dilê bi hêvî û germ bi stranên azadiyê bên gel hev. Azadî wê weke ronahiya biharê zindî bibe, ronahiya biharê jî bêguman wê li ser tarîtiya zivistanê û şevên sar bi ser bikeve. Werin em bi hev re sirûd û dirûşmên azadiyê bistirên ku vê tarîtiyê derbas bikin."