Piştî 88 rojan ji rojnamevanên girtî yên Îranî agahî hat girtin

Rojnameger Nîlûfer Hamedî û Îlahe Muhammed ên ku ji ber qetilkirina Jîna Emînî ji cîhanê re ragihandin, di 22'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, piştî 88 rojan hatê hinbûn li Girtîgeha Karçakê tên girtin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gel ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di bin îşkenceyê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirî bû 3 meh pey xwe hişt, tevî polîtîkayên qetlîamê jî gel qadan neteriqîne. Yên hatine binçavkirin rastî îşkenceyên dij mirovî tên, der barê çarenûsa piraniya wan de agahî nayê bidestxistin. Di nava kesên hatine binçavkirin û girtin de rojnameger jî hene. Li welat gelek rojnameger tên girtin, di nav wan de rojnamegerên jin ên binavê Nîlûfer Hamedî û Îlahe Muhammed jî cih digre.

Qetlîama Jîna Emînî ji cîhanê re ragihand

Nûçegihana Rojnameya Shargh Daîly Nîlûfer Hamedî di 22'ê Îlonê de hat binçavkirin, yek ji wan rojnamegeran e ku dema Jîna Emînî rakirin nexweşxaneyê ewil car ji raya giştî re ragihand. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku timî ji bo rojnamevanên hatine girtin daxuyaniyên nivîskî parve dikir jî, xwestîbû rayederên Îranê demildest û bê şert û merc hemû rojnamegerên ku di şopandina xwepêşandanên girseyî yên li seranserî welat de girtine berde. Lê hêzên rejîmê ku bersiv neda daxuyaniyên hatin dayîn, li welat zextên xwe yên li ser gel roj bi roj zêdetir dike.

Piştî 88 rojan agahî hat girtin

Hevjînê Rojnameger Nîlûfer Hamedî Muhammed Huseyîn bi rêya medyaya dijîtal agahî da û got, “Rojnamegerên girtî Nîlûfer Hamedî û Îlahe Muhammed sewqî Girtîgeha Karçakê hatin kirin. Li ser girtina Nîlûfer Hamedî 88 roj derbas bûn û herî dawî min bi dozgeriyê re axivî. Yekane agahiya dan her du rojnamevan li Girtîgeha Karçakê tên girtine e.

Parêzera rojnamevan ên jin jî girtî ye

Parêzerên herdu rojnamevanan Mihemed Elî Kamfirozî jî ji ber sedemeke nayê zanîn hat girtin, parêzer li welat bi taybetî li ser xwendevanên girtî der barê mirovên tên girtin de xebat dimeşand.

Muhafizên Şoreşê û Wezareta Enformasyonê di daxuyaniya xwe beriya niha dabûn de, têkildari girtina herdu rojnamevanan de wiha gotibû; "Bi weşandina wêneya Jîna  Emînî û piştre jî çêkirina nûçeya  cenaze tên sûcdarkirin."