Nobeta edaletê di roja xwe ya 651’emîn de ye

Cezayê “parkê” li wesayîta aîdê Malbata Şenyaşar a li ber edliyeya Riha ye Nobeta edaletê 651 roj in didomîne û pankarta “Edalet” li ser hatiye daliqandin, hat birîn. Malbata Şenyaşar dê têkildarî mijarê li dozgeriyê gilî bike.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 651’emîn de berdewam dike. Malbatê pankarta bi nivîsa “Edalet” li wesayîta xwe daliqand û çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê domand. Malbata Şenyaşar da zanîn ku hefteyek berê li wesayîta wan cezayê “parkê” hatiye birîn û da zanîn ku di qanûnan de rastî cotstandartî hatine û ev cezayê qebûl nakin. Malbata Şenyaşar dê têkildarî mijarê li dozgeriyê gilî bike.

'Em cot standartî red dikin'

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya ditîjal ev tişt parve kir: “Li vê qadê parkkirina wesayît û erebeyên hespan serbest e. Tenê parkkirina wesayîta ku li ser edalet hatiye nivîsandin qedexe ye. Ger qanûn û qedexeyek hebe divê ji bo her kesî bê pêkanîn. Em cot standartî red dikin! Nobeta me ya edaletê di roja 651’emîn de ye.”