Xizmên windayan ji bo Mustafa Erdal edalet xwestin

Xizmên windayan, vê hefteyê ji bo Mustafa Erdal ê 39 sal berê Colemêrgê hat binçavkirin û piştî 25 rojan hat qetilkirin, edalet xwestin.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê di hefteya 776'emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar xistin.

Xizmên windayan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li hev civiyan, di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mustafa Erdal ê di 29'ê Kanûna 1984'an de li gundê Narli yê navçeya Colemêrg Çelê hat windakirin parve kirin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz ê beriya daxuyaniyê axivî, Komkujiya Mereşê bi bîr xist û wiha got: “Bi hezaran welatî birîndar bûn. Em dizanin ev komkujî ya ku derbasî qeydên dadgehê bû, çiqasî bi awayekî plankirî hat meşandin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê hêj jî nehatiye ronîkirin, kesên di dosyayê de bersûc bûn, li TBMM'ê wekî parlamenter erk kirin. Li Tirkiyeyê neaxftina demokrasiyê ew e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê; divê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”

'Bi îşkenceyê hat qetilkirin’

Çîroka Mustafa Erdal ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Berfîn Elçî, da zanîn Mustafa Erdal di sala 1965'an de li Çelê ji dayik bû û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Zewicandî û bavê sê zarokan bû. Di 29'ê Kanûna 1984'an de li gundê Narliyê encama serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 25 roj piştî binçavkirina wî ji malbata wî re hate gotin Erdal mir û ji bo wergirtina cenazeyê wî agahî hate dayîn. Hat îdiakirin ku xwe ji zinaran avêtiye. Lê cenazeyê Erdal ne wek cenazeyê kesekî ku ji cihekî bilind xwe avêtiye bû. Îşkenceyên giran dîtiye, milên bi ta hatiye girêdan û bi pişta çekê li serê wî hatiye xistin. Birayê Erdal ê mezin Kemal Erdal der barê bûyerê de ev îfadeya daye: 'Di 29'ê Kanûna 1984'an de ji aliyê leşkerên girêdayî Tabûra Komando ya Çelê û Qereqola Cendirmeyan a navçeya Çelê di ser mala birayê min Mustafa ya li gundê Narliyê de girtin. Di serdegirtinê de birayê min Mustefa bi xwe re birin. Em wek malbata wî em gelek caran aqûbeta birayê xwe pirsdikir. Lê her tim ji me re digotin ew ê di demek nêzîk de were berdan. Piştî binçavkirina 25 rojan, hatin û gotin 'cenazeyê xwe bigrin'."

Serlêdanên wan hatin redkirin

Berfîn Elçî, bi bîr xist hatiye gotin Mustafa Erdal xwe ji zinarên bilindahiya 85 metre avêtiye û diyar kir malbat wê demê ji ber tirsan serlêdan nekirine û serlêdanên wan ên ku piştre kirine jî ji ber demboriyê hatiye redkirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê re bi dawî bû.