Xizmên Windayan carek din aqûbeta windakiriyên xwe pirsîn

Xizmên Windayan di hefteya 728'an de li aqûbeta Harbî Arman ê ku di sala 1992’an de li Amedê hatibûn qetilkirin pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 728’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, vê hefteyê li aqûbeta Harbî Arman ê ku di 20'ê çileya 1992'yan de li Amedê hatî qetilkirin pirsîn. 

‘Kesên ku edaletê daxwaz dikin dê bi israr têkoşîna xwe bidomînin’

Di çalakiyê de serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytun axivî û bal kişand ser pergal bêcezahiştinê a Tirkiyeyê. Abdullah, diyar kir ku dozên kujerên Alî Îsmaîl Korkmaz û Kemal Kurkut dişopînin û got: "Di encama wan dozan de kujer hatin bereatkirin. Bi biryara ku hatî dayîn kujer hatin parastin. Bi rêya bêcezahiştinê hesep nayên pirsîn û pergaleke wisa heye. Di nava vê hefteyê de gelek doz bêcezahiştînê bi dawî bûn. Doza Vartinis û JÎTEM a Enqerê, çend kiryar diyarbin jî ceza nehat dayîn. Dewlet îro bi îhlalkirina mafên mirovan, bêcezahiştina kiryaran pergala xwe didomîne. Lê divê bê zanîn ku ji bo pêkanîna heq û hiqûqê û ji bo kesên ku edaletê daxwaz dikin dê bi israr têkoşîna xwe bidomînin. 

‘Gelek kes hatin windakirin û bûn qurbanên cinayetên polîtîk’

Em li vir carek din Hrant Dînk bi bîrtînin. Hrant, li dijî gotinên înkarê û bîrdoziya fermî têkoşîn dida û hedef hat girtin. Gelek kes di binçavan de hatin windakirin û gelek kes bûn qurbanên cinayetên polîtîk. Em ê her tim wan bînin ziman û têkoşîna wan a nasnameya polîtîk bidomînin."

Piştî axaftina Abdullah Zeytûn, Derya Yildirim a ku endama Lîjneya Rêveberiya ÎHD'a Amedê ye, çîroka qetilkirina Harbî Arman xwend. 

Piştre jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.