Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên salekî eşkere kir

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê xebatên xwe yên sala 2023’an aşkere kir û hat diyarkirkin ku wê ji bo Kurdistanek pêşketî ku wekheviya zayendî tê de pêk were xebatan bike.

Navenda Nûçeyan - Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê ku ji gelek rêxistinên jinan, aktîvîst û akademîsyenên jin pêk tê, civîna xwe ya ji bo xebatên sala nû di navbera rojên 20-21’ê Kanûna 2022’an de li Ofîsa Rêxistina Geşepêdana Medeniyet CDO’yê li bajarê Silêmanî lidar xistibû. Îro Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê encamnameya civîna xebatên xwe yên sala nû bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir û bi bîr xist ku di civînê de rewşa niha ya jinan, derfet û astengiyên li pêşiya tevgerên jinan ên li Kurdistanê nîqaş kirine.

Di civînê de li gorî nîqaşan bermane û plansaziya sala 2023’yan hatiye diyarkirin. Li gorî encamaneyê, wê karê wan ên berê yên esas li ser hîmê biryar û peymanameyên cîhanê, bi taybetî peymana Sîda ku bi taybetî ji bo dawîlêanîna hemû cureyên cihêkarî û tundîtûjiya li hemberî jinan e ku di sala 1979’an de ji aliyê Meclisa Giştî ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pêşkêşkirin û di sala 1981’ê de ketiye meriyetê bên meşandin.

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê teqezî li ser Kurdistanek pêşketî, demokratîk û medenî dike ku tê de wekheviya zayendî hebe û mafên hemû ferdên civakê were parastin.

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Meclisa Bilind a Jinan û aliyên pêwendîdar kir ku bi berdewamî piştgirî û hevkariya Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bikin, heta ku bikarin bi hev re kar û xizmeta zêdetir û bi bandortir pêşkêş bikin û saziyên taybet ên ji bo pêşketina jinan bihêztir bikin.

Her wiha hevpeymana jinên Herêma Kurdistanê di vê daxuyaniyê de spasiya parlamentoya Almanyayê kir ku beriya çend rojan komkujiya li ser Êzidiyan weke jenosîd nas kiriye. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurdistanê û bi taybetî jinên Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafên azadiyê û diyarkirina çarenûsa xwe dikin.

Di dawiya sala 2021’ê de li Hewlêrê, Rêxistina ‘Em ji bo pêşketina jinan hene’ bi hevkariya Rêxistina Norvêçî ya (NPA) û Meclisa Bilind a Jinan Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê hat avakirin.