Dayikên Şemiyê: Îsmaîl Şahîn ê 27 sal in winda ye li ku derê ye?
Dayikên Şemiyê di 27'emîn salvegera Îsmaîl Şahîn ê ku li Şaredariya Beyoglûyê wek karker dixebitî di 18'ê Çileya 1996'an de di saetên kar de hat windakirin de, banga dest pê kirina lêpirsînek bi bandor ya di dosya wî de kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin li Qada Galatasaryê li hev kom dibin, çalakiya xwe ya hefteya 930'an ji ber qedexebûna qadê online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de dosyaya ku Îsmaîl Şahîn ê di 18'ê Çileya 1996'an de li Şaredariya Beyoglûyê kar dikir di saetên kar de hat windakirin bi raya giştî re hat parvekirin.
‘Hevalên wî agahiyên binakokî didan û tirsiyan ku biaxivin’
Metna daxuyaniyê xwarziya Hasan Ocak ê ku di 21’ê Adara 1995’an de ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û windakirin, Dilcan Acer xwend. Dilcan Acer da zanîn ku ew di şexsê Îsmaîl Şahîn de ew ji bo hemû windakiriyan edaletê dixwazin û behsa serpêhatiya windakirina Şahîn kir. Dilcan Acer bi bîr xist ku Şahîn endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî (Genel Îş) a girêdayî DÎSK’ê bûye û herî dawî hevalên wî serê sibeha 17’ê çile wî li Cadeya Îstîklalê dîtine. Dilcan Acer diyar kir ku Îsmaîl Şahîn ji wê rojê ve hatiye windakirin û got: “Piştî bûyerê malbata Şahîn gotiye ku hevalên Şahîn ên kar her tim digiriyan, agahiyên binakokî didan û tirsiyan e ku biaxivin.”
‘Malbata wî serî li Şaredariya Beyoglûyê da’
Dilcan Acer anî ziman ku Îsmaîl Şahîn di saeta kar de hatiye windakirin, malbata wî serî li Şaredariya Beyoglûyê daye û wiha got: “Malbatê serlêdana windakirinê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglû kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku aqûbeta Şahîn bê lêpêrsîn.”
‘Divê ev windakirin wek sûc bê nasîn’
Dilcan Acer destnîşan kir ku hevjîna Şahîn, Kîraz Şahîn û bavê wî Halîl Şahîn heta roja ku jiyana xwe ji dest dane jî li Îsmaîl Şahîn geriyane, bi rêyên qanûnî jî lêgerîna xwe domandine û wiha axivî: “Lê belê malbat bi tu awayî ji Îsmaîl Şahîn agahî nagire. Bêyî agahiyek jê bigirin hevjîn û bavê wî koça dawî dikin. Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Kujer û berpirsiyariyên windakirinê nehatin dîtin. Heta niha nayê zanîn ku çi hatiye serê Şahîn. Dewlet ji aqûbeta windakiriyan û eşkerekirina kujeran berpirsiyar e. Mafê her malbatê heye ku bi aqûbeta windakiriyê xwe bizanibin. Divê ev windakirin wek sûc bê nasîn. Em di salvegera 27’emîn de carek din Îsmaîl Şahîn bi bîr tînin û daxwaz dikin ku lêpirsînek bi bandor bo dosyeya wî bê destpêkirin.”