‘Birînên li ser laşê min sax bûn, lê rihê min di nava êşan de ye...’
Tamna Zaryab Parianî ya ku piştî Talîbanê desthilatdariya welat bidest bi du xwişkên xwe re hat girtin û rastî eşkenceyê hat, li ser hesabê xwe ya twîtirê ev parve kirin kir: "Birînên li ser laşê min sax bûn, lê li ser dilê min êşeke kûr bicih bû."

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên jinan Tamna Zaryab Parianî ku di dawiya meha Çile ya sala derbasbûyî de li Afganistanê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatibû girtin, salek piştî girtina xwe li ser hesabê xwe ya twîterê peyamek parve kir.
‘Li girtîgehê rojen xerab derbas kir’
Tamna Zaryab Parianî di twîtterê de ev peyam parve kir: “Sala borî, îro ji aliyê Talîbanê dijmîna jinan ve hatim girtin. Piştî li girtîgehê derbasbûna rojên xerab, êşê min kêm nebû, canê min di nav êş û zincîran de ma. Birînên li ser laşê min sax bûn, lê li ser dilê min êşeke kûr bicih bû. Ev êş min nehişt, min kişand nava valatiyek û jiyan bê wate kir û bû rêhevalê min.”
Bi xwişkên xwe re koçî Elmanyayê kir
Tamna Zaryab Parianî vîdeoyek ku dema Talîbanê ji bo revandina wan hat, bi qirîne alîkarî dixwaze parve kir. Ev vîdeo li seranserê cîhanê li ser medyaya dijîtal belav bû. Tamna Zaryab Parianî ku çend roj beriya were girtin beşdarî xwenîşandana parastina mafê jinan a kar û xwendinê bû, piştî 3 hefteyan girtî ma bi xwişkên xwe re hat berdan. Piştî hat berdan, bi xwişkên xwe ji Afganistanê derket û li Elmanyayê bi cih bû.