Xizmên Windayan çalakiya xwe ya hefteya 830’an lidarxist
ÎHD û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin’ di hefteya 830’an de berdewam. Xizmên Windayan peyama ku heta hesab ji failan neye pirsîn wê têkoşîna xwe bidomînin dan.
Amed- Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin’ di hefteya 830’an de berdewam kir. Di çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê tê lidarxistin, de pankarta ku wêneyê windayan têde heye hate vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de rêveberên ÎHD, Komeleya Ekolojiyê, rêveberên DEM Partiyê, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka rêveberê DEPê yê Wêranşara Rihayê Fethî Yildirim ku di sala 1993’an de piştî hatî binçavkirin hat windakirin hate xwendin.
‘Ji bo aştiyê çi pêwîst be em ê bikin’
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman, axivî û anî ziman ku ew pirsgirêka kurd ji nêz ve dişopînin û got: “Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Em ji bo destê siyasetê xurt bikin ji bo aştiyê çi pêwist e em ê bikin.”
Çîroka Fethî Yildirim ji alîyê endama Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hate xwendin.
Çîroka Yildirim wiha ye: “Fethi Yildirim ê ku li Wêranşara Rihayê dijiya, ji ber cinayeteke ku di salên 1978-79'an de li navçeyê pêk hat ew girtin. Di dadgehê de bi angaşta endamtiya Komeleyên Şoreşger ên Çandî yên Rojhilat (DDKD) û pêkanina cinayetê hat darizandin û ceza xwar. 4 salan di zindanê de ma. Piştî derket, demekê cotkarî kir. Pişt re di Lijneya Rêveberiyê ya Pardiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Fethi Yildirim di 4ê çileya 1994an de li mala hevalê xwe Abdo Mutlu ji aliyê polîsên girêdayî muduriyeta polêsan a Wêranşarê ve bi 3 hevalên xwe re hat binçavkirin. Her sê hevalên wî heman şevê de hatin berdan. Lê ew bernedan. Ali Kuran û Naci Kapancilar ên ku bi Fethi Yildirim re hatibûn binçavkirin di derheq binçavkirin de dibêjin; ‘Dema em li malê rûniştibûn ji midûriyeta navçeyê polêsên bi navê Selçuk Uygun, Osaman Harman Alptekin Kartal û Ugur Avşar jî di nav de komeke qelebalix hat. Ji me pirsîn Fethi Yıldırım kî ye? Dema fêrbûn ku kijan ji me Fethi ye çavên me her çaran jî girêdan û em birin. Piştî du Saetan Çavên me vekirin û girtekek bi me dan îmzekirin em berdan, lê Fethi Yildirim ne li gel me bû. Ji wê demê heta niha tu agahî di derheqê Fethi Yildirim de nahatiye bi destxistin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû