Di sala 2024’an de li Yemenê zêdeyî 650 hemwelatî bûn hedefa êrişan
Lijneya Niştîmanî ya ji bo Lêkolîna Sûcên binpêkirina Mafê Mirovan (NCIAVR) diyarkir ku di sala 2024’an de zêdeyî 650 hemwelatiyên sivîl di şerê Yemenê de bûne hedefa êrişan.
Yemen- Lijneya Niştîmanî ya ji bo Lêkolîna Sûcên binpêkirina Mafê Mirovan (NCIAVR) bang li hemû aliyên li Yemenê ên şer kir ku li gor prensîbên zagona mafê mirovan a navnetewî tevbigerin û xelkê Yemen raste rast nekin hedef, ev şer xeteriyek mezin li ser jiyana hemwelatiyan ava dike.
Dûh di 5’ê Çileyê de Lijneya Niştîmanî ya ji bo Lêkolîna Sûcên binpêkirina Mafê Mirovan (NCIAVR) ragihand ku li Yemenê di sala 2024’an de zêdetirî 650 kesên sivîl raste rast bûne hedefên êrişan.
214 hemwelatî hatin qetilkirin
Lijneyên di daxuyaniyê xwe ya salane de diyarkir ku li Yemenê 564 bûyerên hedefgirtina hemweltiyên sîvîl ji aliyên hêzên şer ve li parêzgahên cûda ên Yemenê qewimîne. Di encama van êrişan de 214 hemwelatiyên sivîl hatine qetilkirin, ji van 27 zarok û 6 jê jin in. 433 kes birîndar bûne û ji van 74 zarok û 25 jê jin in.
Lijneyê diyarkir ku ev hedefirtin di çarçoveya berdewamiya bûyerên binpêkirina mafê mirovan li çend parêzgehan de ye. Lijneyê destnîşan kir ku di sala 2024’an de qurbaniyên sîvîl ên di encama pebendnebûna agirbestê de belge kirine, ji derveyî encamdana binpêkirinên ku digihêje asta binpêkirinên sîstematîk, oparasyonên topbaranên bê cûdahî hebûn..
Bang li aliyê şer hat kirin
Her wiha Lijneyê bang li hemû aliyên şer ên li Yemenê kir ku li gor prensîbên zagona mafê mirovan a navnetewî tevbigerin, her wiha êrişên raste rast li ser herêmên sivîlan rawestînin.
Lijneyê destnîşan kir ku berdewamiya binpêkirina mafê mirovan li Yemenê xeteriyek mezin li ser jiyana sîvîlan ava dike. Divê rêzgirtina li mafên mirovan û parastina jiyana sivîlan beriya karê her hewlek ji bo pêkanîna aştiyê be.