Xizmên Windayan aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz pirsîn

Şaxa ÎHD ya Amed û Xizmên windayan, di hefteya 781’a de carek di li aqûbet û kiryarên windayan pirsîn. Di daxuyaniya ku çîrokên Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ku li Silopî hatin windakirin hate parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan li Amedê, li aqûbet û failên serokên navçeya HADEP Serdar Taniş û rêveberiyê navçeyê Ebûbekir Deniz ku lu Silopî di sala 2001’an de dibin çavan de hatin windakirin pirsîn. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di çalakiya bi dirûşma ‘Bila windakirî bên dîtin, kiryar bên darizandin’ hat lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Parêzvanên mafê mirovan ên Amedê û Xizmên Windayan carek din hatin ba hev û li aqûbeta û kiryarên windayan û di encama cînayetan de welatiyên hatin înfazkirin pirsîn.

Şaxa ÎHD ya Amed û Xizmên Windayan di hefteya 781’an de carek din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rêzana Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de panqarta ‘Bila windakirî bên dîtin, kiryar bên darizandin’  hate vekirin.

Di daxuyaniyê de rêxistinên civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û xizmên windayan di destê wan de wêneyê windayan bejdar bûn.

Çîrokên windakirinê hatin xwendin

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD ya Amedê Ercan Yilmaz bi birxist ku her hefte bi çalakiyan li aqûbet û kiryarên ku ji ber nêzîkatiyên xwe ên nasname û siyasî hatine windakirin di pirsin. Ercan Yilmaz wiha got: “Îro li vêderê emê çîroka serokên navçeya Partiya Gelan a Demoqratîk (HADEP) Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Deniz ku di sala 2001’an de li navçeya Silopya ya Şirnexê ku ji qereqolê gazî kirin û êdî jê xeber nehatî girtin parve bikin.”

Di daxuyaniyê de Alî Riza Demîrtaş çîroka Serdar Taniş û Ebûbekr Deniz ku di 25’ Çileya 2001’an de çûbûn qomotantiya jendermeyan xwend.

Çîroka windakirina Serdar Tanış û Ebubekir Deniz wiha ye: “Di dîroka 25’ê Çileya 2001’an de ji Fermandariya Cendirmeya ya Silopya bi telefonê li Serdar Taniş digerin û dibêjin were vêderê. Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Deniz bi hevre diçin fermandariya cendirmeya Silopya û êdî xeberek ji wan nayê girtin. Fermandariya Cendirme ya Silopya dibêjin me Taniş û Denîz ne dîtine. Li ser zêdebûna zextên civakê waliyê Şirnex Huseyîn Başkaya eşkere dike ku Taniş û Denîz di 25’ê Çileyê de çûne Fermandariya Cendirmeya Silopya, lê belê piştî nîv seatên ji wêderê derketine.

Di dozê de lêpirsînek bi bandor nadin meşandin

Di dîroka 26’ê Çileya 2001’an de mirovên Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz li ser serlêdanên wan Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan rewşê bi awayek nivîskî dide walîtiya Şirnex, serdogeriya Komara Şirnex, Qeymeqamtiya Silopya, Walitiya heremên rewşên awarte û Komisyona lêkolîna mafê mirovan ya TBMM, hewldanên pêwîst dikin , daxwaz dikin ku ewlehiya canê navên ku derbas bûne bên parastin. Komele di heman rojê de peywendiyê bi alîkarek yê waliyê herêma halê awarte û Serdozgeriya Komara Şirnexê re dike. Di dîroka 26’ê Çileya 2001’an de serî li Av. Tahir Elçî, Rêxistina Navnetewî ya Efûyê dide, diyarkir ku ên ku navê wan derbas dibe îhtimala ku ‘dibin çavande windabikin’ û jiyana wan di xeteriyê deye. Banga ‘çalakiya lez’ dikin. Di dîroka 29’ê Çileya 2001’an de bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş bi nivîskî serî li dozgeriya Komara Silopya dide. ‘Derbarê geşedanên ku gefên ku li kurî wî hatin xwarin û bûyera binçavkirinê’ dibêje û derbarê aqubeta kurê xwe ji bo zanyarî bi dest bixwe serlêdan dike.