Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleya dengan diyar bûn

Cihên partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinên herêmî yên li ser pisulaya dengdanê bûne hat eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan-Ji bo diyarkirina cihên partiyên siyasî yên li ser pisuleya dengan ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê roja yekşemê de bên kirin li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) pişk hatin avêtin.

36 partiyên ku bikarin tev li hilbijartinê bibin karîn tev li pişkavêtinê bibin. Li gorî vê AKP dê li ser pisûleya dengan di rêza 1’emîn, CHP 18’emîn, DEM Partî 9’emîn, MHP 31’yemîn Partiya ÎYÎ 2’yemîn û Partiya Seadetê jî dê di rêza 34’emîn de cih bigire.