Cezayê girtîgehê yê ku dabûn Şebnem Korur Fîncancî hat erêkirin

Cezayê 2 sal 8 meh û 15 roj ê girtîgehê ku dabûn Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncancî ji aliyê dadgeha Îstinafê ve hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- 2’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Stenbulê der barê biryara 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ku bi îdiaya ‘propagnadeya rêxistinê’ ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbulê ve dan Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî lêkolîna wê ya temyîzê temam bû. Dadgeha Îstinafê, di hikumê dadgeha xwecihî der barê bingeh û rêbaz de li dijî hiqûqa heyî, di belge û kar û baran de biryar hat dayîn ku tu kêm û kurtî nîn e. Dadgehê diyar kir ku di aliyê îsbatê de nirxandin di cih de ye, di serlêdana temyîzê de di bingeh de hat redkirin.  

Çi bûbû?

Der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî de ji ber nirxandinên wê yên zanistî yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî li herêma Federal a Kurdistanê, lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştre ji mala xwe ya li Stenbolê hatibû binçavkirin. Di 27’ê Cotmeha 2022’an ji aliyê dadgeha Cezayê Sulh a Enqereyê ve hatibû girtin.

Di îdianameya ku di encama lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komara Enqereyê ve hat meşandin de ji sûcên ‘propagandeya rêxistinê’ ji salek û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hatibû xwestin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji ber cihê Şebnem Korur Fîncancî Stenbole, ji bo lêpirsîn li wê derê were meşandin, biryara nepen dabû, doz şandibûn Stenbolê.

24’emîn Dadgeha Cezayê Giran ku li darizandinê dinêre ji sûcê ‘propagandeya rêxistinê’ 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dabû û piştre jî pêvajoya girtinê girtibûn ber çavan û hatibû berdan.