Ji bo Xezayê hişyariya xelayê

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha di encama êrîşên Îsraîlê de li herêmê nexweşiyên şewbê û xela çêbûne û her diçe zêde dibin. Her wiha hat diyarkirin ku 600 hezar kes bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Filistîn ya Xeza Eşref el-Kudra li gel êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotemhê ve daye destpêkirin heta niha der barê xela û şewba ku derketiye de daxuyanî da. Eşref al-Kudra diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê li bakûrê Xezayê nexweşiyên şewbê û li kêleka wê nexweşiyên şewbê serîhildaye û nêzî 600 kes bi metirsiya mirinê re rû bi rûye. 

Nûnerê komsertiya bilind a mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li xaka Filistîn a di bin dagirkriyê de Ajith Sunghay ragihandibû ku li Xezayê malbatên ku bê xwarin rojê derbas dikin hene.

Berdevkê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Christian Lindmeier wiha gotibû: “Di vê rewşê de zarokên herî bê guneh in, dema ku birçî dimînin her cureyê nexweşiyan digrin.”

Dîmenên ji Hamasê

Ofîsa Medyaya Tugayên Kassam, dîmenê 3 leşkerên jinên esîr ku bang li hikumeta Îsraîlê û serok Binyamin Netanyahu dikirin parve kir. Ji jinên leşker ku di dîmen de diaxivi Karîna ya 19 salî wiha got: “Ev 107 roj in li vê derê mê, ji ber yên ku diviyabû min bibin malê ez bi tenê hiştim.”

Karîna da zanîn ku her dem di bin êrîş û bombebaranê de dijîn, xwest hikumeta Îsraîlê şer rawestîne, lihevkirina pevguhertina esîran were kirin û wan bi awayekî zindî rizgar bikin.

Leşkera din ya esîr Danielle Jablou a 19 salî jî diyar kir ku 24 saetan di bin bombebarê de jiyan dijîn û ji bo jiyana xwe gelek bi fikar e û xwest ku hikumeta Îsraîlê, heta ku hemû esîr vegerin malê xwe erkê ku dikeve ser milan bi cih bîne.

Leşkera jin a sêyem Doron da zanîn ku her dem di bin dengê bombe û tankan de dijîn, di bin guleyan de neçar dimînin ji cihekê birevin cihek din. 

NY: Biryarên tên girtin ji bo hemû aliyan in

Sekretere giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonia Guterres diyar kir ku Dîwana Edaleta Navneteweyî (ICJ) Îsraîlê li dijî gelê Xezayê kuştin, êrîş û hilweşîn û her cureyê çalakiyan dûr bikeve û ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê hemû tedbîr werin girtin û dewleta Îsraîlê operasyonên leşkerî yên ku li Xezayê dide meşandin demildest rawestînin.”

Antonio Guterres di daxuyaniya ku bi taybetî hikum li dadgeha xizmeta bingehîn ya Îsraîl û pêkanîna gihandian alîkariyên mirovî kir de wiha got: “Sekreterê giştî, şertê dadgeh û tuzuk hişyar kir, biryara dadgehê ji bo hemû aliyan girdanek e û hemû alî bawerî pê tên ku biryara dadgehê pêk bînin.”

‘YE li bendê ye ku biryarên hatine girtin bi awayek bi bandor were pêkanîn’

Komîsyona Yekitiya Ewropayê

Nûnerê bilind ê polîtakaya ewlehiyê û karên derve yê YA’yê Josep Borrell der barê biryara tedbîrê ya ICJ ya ku der barê Îsraîlê de girtibû de daxuyaniyek hevpar da.

Di daxuyaniya ku bal hat kişandin ser biryara ICJ de ev tişt hatin gotin: “Saziya bingehîn a daraza Neteweyên Yekbûyî ICJ wê piştgiriya ku dide berdewam bike teyîd kir. Biryarên ICJ’ê ji bo aliyan girdaneke û alî neçar in vê pêk bînin. YA’yê li bendê ye ev bi temamî û demildest û bi awayekî bi bandor werin pêkanîn.”

Şîrketa riya Hewayê ya Îsraîlê çûyînên Başûrê Efrîqa rawestand

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Îsraîlê Kan, Şîrketa riya Hewayê ya Îsraîlê El Al, ragihand ku piştî dawiya meha Adarê firîna bajarê Johannesburg ê başûrê Efrîqayê wê rawestînin. Di heman demê de di nûçeya ku çavkaniya xwe ji berdevkê şîrketa rojnameya Times of Îsraîl digre de, diyar kir ku piştî doza qirkirinê ya ku Başûrê Efrîqayê li rêveberiya Îsraîlê vekir, hemwelatiyên Îsraîlê naxwazin bifirin Başûrê Efrîqayê û firînê betal kirine.