Xizmên windayan aqûbeta Ayhan Efeoglû pirsîn

Xizmên windayan di hefteya 765'an de aqûbeta Ayhan Efeoglû yê di 6'ê Cotmeha 1992'an de hat windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 765’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de aqûbeta windayan pirsîn.

Xizmên windayan ên ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê li hev civiyan, Partiya Çep a Kesk Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, amade bûn. Wekîla Amedê ya Partiyê Ceylan Akça, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Zulkuf Guneş piştgirî dan.

Vê hefteyê aqûbeta Ayhan Efeoglû yê ku di 6'ê Cotmeha 1992'an de li ber Zanîngeha Yildiz Teknîkê ji aliyê polîsên sîvîl ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakup Guven ku di çalakiyê de ewil axivî, diyar kir ku dê aqûbeta windayan bipirsin. Piştre Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî.

Eren Keskîn got, “Li hemberî muxalefetê bi taybetî jî li hemberî Kurdan polîtîkayeke windakirinê heye. Polîtîkayek ku ji sala 1915’an ve didome. Polîtîkayek ku ji qirkirina Ermeniyan heta niha berdewam kiriye û her tim bi bêcezabûnê bi encam bûye. Dewleta Komara Tirkiyeyê di lêpirsînên der barê kesên di binçavan de hatine windakirin de rastî qedexeyan tê. Ji ber vê yekê 20 sal in dozger di van dosyayan de tiştekî nakin, ti delîl nayên lêgerînkirin, guh nadin şahidan û piştî 20 salan jî biryara qedexekirinê tê dayîn."

'Divê peymana Neteweyên Yekbûyî bê îmzekirin'

Eren Keskin diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye peymana li dijî windakirinên bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike û wiha berdevam kir:

“Eger îmze bike, wê qanûnên sinorkirinê yên windayan ji holê rabin. Ev bi rastî girîng e. Ji bo vê jî em israra xwe ya ji bo îmzekirina vê peymanê dubare dikin. Weke ku em niha dikin, di van saetan de, di van deqeyan de, hevalên me her hefte li Galatasarayê derdikevin qadan û van daxuyaniyan bidin, ango bêyî ku zirarê bidin kesî, bêyî ku şîdetê bikar bînin, bang nekin, daxuyaniyên aştiyane bidin. Destên me serûbinî kelepçe dikin, li erdê kaş dikin, me binçav dikin, bi saetan di wesayiteke bêhewa de dihêlin û piştre tên berdan. Mixabin tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev pêkanîn didome. Weke parêzvanên mafên mirovan, em ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya gelê xwe yê bi darê zorê hatine windakirin bernedin. Sedema hebûna me ev e.

 Ayhan Efeoglû hat windakirin

 Çîroka Ayhan Efeoglû ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş ve hat parvekirin.

“Ayhan Efeoglû di dema binçavkirinê de li Gayrettepeyê demekê rastî îşkenceyê hat. Li gorî şahidan; Yek ji kesên ku Ayhan binçav kiribûn komîserekî bi navê Fîkret Işikkayalar ê Buroya Têkoşîna li Dijî Terorê bû. Di 21'ê Çileya 2008'an de, Buroya Lêpirsîna Sûcên Karmendên Sivîl a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, sûcê ku tê îdiakirin wekî îşkence û muameleya xerab qebûl kir û ragihand ku dema qedexeyê bi dawî bûye; Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku der barê midûrên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Polîsan a Stenbolê de biryara neşopandinê bê dayîn. Li Enqerê bi hinceta îfadeyên polîsê taybet ê berê Ayhan Çarkin ê ku di çarçoveya lêpirsîna kuştinên kiryar nediyar 24'ê Adara 2011'an de hatibû binçavkirin, di 24'ê Adara 2011'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dîsa li dijî Ayhan Efeoglû lêpirsîn hatibû destpêkirin..

'Cenazeyê wî xistin nava koliyê'

Di 26'ê Adara 2011'an de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îfadeya gumanbar Ayhan Çarkin girt. Yek ji bûyerên ku di rapora jêpirsînê de cih girt, der barê Ayhan Efeoglû de bû. Li gorî vê yekê Ayhan Çarkin ê ku li ser anonsa radyoyê çû Şaxa Siyasî, di jêpirsînê de bi cesedê kesekî ku di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da, di koliyê de rast hat. Li gorî daxuyaniya Çarkin, kesên ku wê demê di Şaxa Siyasî de bûn, Fîkret Işikkayalar, Alî Osman Akar, Bakî Avcî, Hasan Erdogan, Ahmet Sakarya, Şefîk Kul, Ayhan Ozkan û Alî Çetkîn in. Ji van 2 kesan Alî Osman Akar û Ahmet Sakarya cenazeyê di parselê de bi kamyonekê birin cihekî derveyî Stenbolê û defin kirin. Ayhan Çarkin di îfadeya xwe de diyar kir ku piştre bi bihîstina axaftinan zaniye ku ev kes Ayhan Efeoglû ye, lê nizane kê lêpirsîna wî dike. Di lêpirsîna ku ji nû ve hat vekirin de gelek caran dozgeriyên cuda der barê hiqûq û rayeyê de biryar girtin, lê der barê aqûbeta Ayhan Efeoglu de agahî nehat girtin û der barê gumanbaran de jî tu tedbîr nehatin girtin. Êşa dayik û bavê Ayhan Efeoglû ne tenê ji bo wî sînordar ma. Du sal piştî windabûna Ayhan, di 5'ê Çileya 1994'an de birayê wî Alî Efeoglû li Stenbol-Pendîkê hate binçavkirin û winda bû. Hemû hewldanên malbatê ji bo her du kuran bê encam man. Hemû hewldanên malbatê ji bo her du kuran bê encam man.

 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû