Dewleta Tirk êrişên qirkirinê didomîne

Dewleta Tirk ê ji 4’ê mehê ve êrişî seranserî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike êrişên qirkirinê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ê ji 4’ê Cotmehê ve piştî gefên Wezîrê Karê Hindûr ê dewleta Tirk êrişên xwe yê li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kir, di van seatan de jî êrişên qirkirinê yê li dijî heremê didomîne.

Êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê ku heya niha jî berdewam dike wiha ne:

Derîk

Dewleta Tirk a dagirker stasyona avê ya Xana Serê ya bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gundê Mîrka Mîra û gundê Gir Zîro yê navçeya Dêrikê bombebaran dikin.

Kobanê

Balafirên Dewleta Tirk a dagirker seet di 22:00`an de nexweşxaneya Covid, daristana Kobanê û taxa Kaniya Kurdan û kargeha Bêtonê bombebaran kirin. Dewleta Tirk a dagirker gundên Dibis, Sefawiye, Fatse, depoya avê ya gundê Fatse, Miglat, Bîr Kino, depoyên Qiz Elî, Zenûbya, Sewalkî, şîrketa Lava, Hoşan, Xalidiye û Cideyde û têketina gundê Mişêrfe yên rojava û rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Eyn Îsa, gundên Hoşan, Xalidiye, Mişêrfe û rêya M4 bi çekên giran û dijwarî topbaran dike. Her wiha gundê Til Şiîr ê rojavayê Kobanê tê topbarankirin. Artêşa Tirk a dagirker gundên Goran û Cîşan ên Kobanê bi çekên giran topbaran dike. Her wiha mezraya Ehmed Munîr, noqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Zor Mixar ê rojavayê Kobanê tê topbarankirin.

Minbic

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur, bakur rojavayê Minbicê li seranserî xeta li hemberî Cerablusa dagirkirî topbaran dikin.

Amûdê

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim ên rojhilatê navçeya Amûdê bombebaran dikin.

Tirbespî

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Til Cehan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespî topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê topbarana berdewam de nehatin bidestxistin. Her wiha dengê teqînan li derdora navçeyê tê bihîstin.

Til Temir

Nûçegihanê me li herêmê ragihadin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Rebîat, Til El Werd, Bobî, Esediye, Rabte, Xirbet Şiîr, Dada Ebdal ên başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dikin.

Efrîn-Şehba

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz, Malikiye, Şewarxe, Til Meraş, Kefer Etûn ên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin. Her wiha gundên Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyase, Kilûte û Dêr Cemal ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bûye armanca topbaranê. Derdora Til Rifetê, balafirgeha leşkerî ya Minixê, gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê yên Şehbayê jî tên topbarankirin.

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji du rojan ve êrişên bejahî û hewayî tên kirin. Dewleta Tirk di van êrişan de binesaziya herêmê û navendên stratejîk dike hedef.