Ji Til Temirê peyama berxwedanê: Em ê li vir bin

Yazî Şelo a ku ji gundê Micêbira ya xeta agir a navçeya Til Temirê dijî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku zirar li binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê kiriye şermezar kir û peyama xwe ya berxwedaniya bi zelalî got.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa Enqera yê, bihaneyek bidest xist ku êrîşên hewayî li dijî herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike û êrîşeke bejahî û hewayî a berfireh pêk bîne. Bi dehan êrîşên hewayî li dijî stasyonên avê, kehrebê û bîrên pitrolê pêk anîn û di encamê de ziyaneke mezin da binesaziya herêmê. Heman demê di encama êrîşan de gelek welatî û hejmarek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hudirîn jiyana xwe ji dest dan.

Li Til Temir jî êrîş çêbûn. Gundê Dirdara bakurî navçeyê bi çekên giran, gundê Tewîla ya li ser rêya M4 dikeve bi balafirên keşfê hat hedefgirtin. Ligel hemû êrîşên qirkirinê jî xebatên avakirinê ji aliyê sivîlan ve didome. Ji bo nûkirina malên xwe yê ji axê, kelpîçan dibirin. Yazî Şelo a ji gundê Micêbira ya ku bakurî navçeya Til Temirê a herêma Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve û li ser xeta agir e, derbarê êrîşên dagirkeriyê de axivî.

4 sal in êriş didomin

Yazî Şelo got ku ew her bi êrîş û topbaranan re rû bi rû tên û wiha dom kir: "4 sal in bê navber em bi êrîşan re rû bi rû ne. Di encamê de binesaziya herêmê wekî kehrebe û av hatine qutkirin û ev jî zehmetiyekê bi xwere dide çêkirin. Kêliyên topbaranê em neçar dimînin xwe berdin çolekê û piştî ku topbaran radiweste, em vedigerin malên xwe. Li gund gelek mal hatin hilweşandin, êriş sedem bûn. Ha dibe di vê kêliyê de topbaran çêbibe, şev roj û di kîjan saetê de be topbaran çêdibe û ev bi awayekî rojan e ye."

Di nav êriş û topan de berxwedan didome

Yazî Şelo a ku ligel kur û hevjîna wî kelpîç dibirîn wiha ji mere behsa avakirina jiyanê di nava topbaran û êrîşan de kir: "Yan em li mal in yan jî em diçin berhevkirina pembo, niha jî me dest bi birîna kelpîçan kiriye da ku em maleke xwe avabikin. Her sal em xaniyên xwe nû dikin, ji ber kelpîç wiha ne divê her sal tu nû bikî. Her kes li gund li gorî derfetên xwe niha malên xwe çêdikin. Li vir her kes ketiye pêşbira pêşwaziya zivistanê de."

‘Bila dewleta Tirk ji axa me derkeve'

Yazî Şelo bi vî awayî peyama xwe ji dagirkeran û raya giştî re anî ziman: "Tu mafekî dewleta Tirk li vir tune ye, ji kerema xwere bila ji axa me derkevin. Ya din jî ger me bixwesta malên xwe terik kiriba, niha em ê ne li vir bana û rojane bi êriş û topbaranê re nejiyabana. Ma wiha dibe ku bi vê hêsaniyê em axa xwe û her tiştê me li vir avakiriye terik bikin? Bighêje asta mirinê jî em ê bimrin lê terik nakin."

Yazî Şelo got ku kesek ji topên dagirker û çeteyên wan naflite û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ne tenê xwediyên gund li gund in, sivîlên ku neçarî koçberiyê bûn li vir bicih bûn. Koçberek ku ji ber êrişan û mirinê xwe spartibû gund, di encama topeke dagirkeran de jiyana xwe ji dest da û du koçerê din jî birîndar bûn. Ne tenê ew gelek li vir zirar dîtin û birîndar bûn, di nav de jî zarok hebûn."

‘Em ê li vir bin’

Yazî Şelo ya got “Xwesteka me ya destpêkê û dawî derketina dagirkerên Tirk ji axa me ye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li vir bang li dewletên ku bûne garantor dikin, ku rol bilîzin û dewleta Tirk ji axa me derxînin. Mînak ewqas êrîş çêdibin, hin caran tenê em dewriyên hêzên Rûsî li gund dibînin. Dema ew koçber di encamê topên dagirkeran de jiyana xwe ji dest da, rûs hatin û li cihên zirar çêbûye nêrîn. Qaşo ku bi hatina xwe ewlehî ji mere peydakirin, lê di dema ku ew li gund bûn tirkan êrîş kirin û piştî wê jî êrîş li ser gund çêbûn. Hatina wan wekî pêkenokekê ye. Ger ku ew nikarin xwe biparêzin, wê çawa me biparêzin gelo? Lê di çi şert û mercê de be, em ê li vir bin."