Jinên Qamişlo: Cîhan li hemberî kuştina gelê me bêdeng e

Jinên bajarê Qamişlo helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û bi gotina “Çima cîhan li hember van sûcan bêdeng e” bertek nîşanî bêdengiya li dijî êrişan dan.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Ji 4’ê Cotmehê danê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi rêya balafirên keşfê yên bêmirov zêde kiriye ta gihîşt sazî û binesaziyên herêmê yên ku gel debara jiyana xwe li ser dike. Li dijî van êrîşan ên ku piraniyê wê zirar gihandiye hemwelatiyan, jinên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwest nîşan dan û bi tundî ev êrîş şermezar kirin. Jinan gotin em bêdengiya li hemberî êrişan qebûl nakin û banga cezakirina dewleta Tirk kirin.

Endama Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo, Fadiya Silêman ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku Tirkiye dixwaze bi hêncetên nû êrîşan ser wan zêde bike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji demjimêrên sibehê ve dijminê me bi giranî êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dike. Her çiqas bûyerek li Tirkiyê diqewime, dewleta Tirk berê xwe dide me û gelê Kurd sûcdar dike. Em van bêbextiyan qebûl nakin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

‘Em nema bêdengiyê qebûl dikin’

Fadiya Silêman da zanîn ku welatî bûne armancên êrîşên dewleta Tirk, her wiha tekez kir ku ew ê nema bêdengiyê qebûl bikin û wiha got: “Dewletên garantor ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi cih kirine jî em wan şermezar dikin, ji ber ku li hember van sûcan bêdeng in. Her kes dizane ku ti sûcê vî gelî tune ye. Ên ku tên armancgirtin û tên qetilkirin hemû hemwelatiyên sivîl in. Em li ser axa xwe ne û me zirar negihandiye kesî. Ji sibehê de binesaziyên me tên armancgirtin. Divê tu hêz û kes bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.”

‘Dewleta tirk dixwaze bi riya aboriyê derbe li civakê bixîne’

Hevseroka Yekitiya odeya bazirganiya Bakur û Rojhiatê Sûriyê, Leyla Brahîm êrîşên dewleta tirk bi tund şermezar kir û got: “Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Dewleta tirk êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de binesaziya herêmê hedef digire. Dewleta tirk dixwaze îradeya vê gelê bişkîne û bidin koçberkirin. Em wek îrade û wek gelê vê herêmê dibêjin ku dê helwesta me her diyar be û em ê her li ser piyanbin û nehêlin dewleta tirk destkeftiyên me tune bike. Dewleta tirk dixwaze bi riya aboriyê derbe li civakê bixîne.” Di dawiya axaftina xwe de Leyla Îbrahîm anî ziman ku ew ê li dijî êrişan heya dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin.