Kampanyaya Fazaa Hawa ji bo jin û zarokên ku ji lêhiyê bandor bûne dixebite

Kampanyaya Alîkariyê ya Fazaa Hawa ya ku ji bo peydakirina pêdiviyên jin û zarokên ku ji ber lêhiya li Lîbyayê mexdûr bûne hat destpêkirin, xebatên xwe bi xurtî didomîne.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî - Bahoza Danîel ku bajarên rojhilatê Lîbyayê wêran kir, bi deh hezaran kes mirin û zêdeyî 40 hezar kes jî koçber bûn, zêdeyî 8 hezar kes jî winda ne. Xwebexş û rêveberên Kampanya Alîkariyê ya Fazaa Hawa bi giranî dixebitin da ku hinekî rewşa jiyanê ya jin û zarokên ku ji bahozê bandor bûne baştir bikin.

Alîkariya jin û zarokan dike

Endama Meclîsa Damezrêner Îbtîsam Bahîh ku Pêşnûmeya Projeya Destûra Bingehîn amade kir û yek ji berpirsyarên kampanyaya alîkariyê ye got: “Kampanyaya me tenê alîkariya jin û zarokan dike. Ew hewcedariyek e ku karwanên alîkariyê yên din paşguh dikin ji ber ku pêdiviyên paqijiya jinan û kincên taybetî hene. Her wiha pêlav, pembûyên bijîjkî û tiştên din ên taybet ên jinan hene ku jinên rizgarbûyî nikarin bi rehetî li navçe û bajarên bandor bûne, bibînin. Rojek piştî Bahoza Danîel li bajarên Lîbyayê ketî, dilxwaz û çavdêran dest bi berhevkirina alîkariyên mirovî, hem ji aliyê cureyî û hem jî yên madî kirin. Bi alîkariyên hatin komkirin pakêtên taybet ji bo jinan hatin amadekirin û belavkirin.”

Piştgiriya gel a ji bo kampanyayê mezin e

Îbtîsam Bahîh diyar kir ku di yekemîn karwanê kampanyayê de li bajarên Susse, Şahat û El-Beyda yên Rojhilatê Lîbyayê di bin çavdêriya Heyva Sor a Lîbyayê de nêzî 800 heta 900 pakêtên ji bo jinan hatine amadekirin hatin belavkirin. Îbtîsam Bahîh wiha got: “Li bajarê Derne ku yek ji bajarên herî zêde di bin bandora bahozê de maye, nêzî 50 pakêt ji bo zarokan hatin belavkirin û 900 pakêtên din jî tên amadekirin. Kampanyayê li bajarên Lîbyayê piştgirîyeke mezin a gel wergirt. Rêvebirên kampanyayê bi domdarî bexşên wekhev û madî werdigirin. Vê yekê rihê hevgirtinê xurt kir. Di dema qeyranan de, civaka Lîbyayê hevkarî û hevgirtinek mezin nîşan dide.”

‘Ji bo pêdiviyên jinan em ketin tevgerê’

Ji rêveberên kampanyayê Halîma El-Qalal armanca kampanyayê bi van gotinan rave kir: “Armanca kampanyayê ew e ku bi lezgînî bersivê bide pêdiviyên jinên koçber bune û jinên ji bahoza Danîel rizgar bûne. Ev kampanya ji bo jinan hate armanc kirin, ji ber ku ew komeke ku hewcedariya wan bi pêdiviyên taybet ên ku pir caran di demên qrîzê de tune ne. Em komek ji jinên aktîvîst ên sivîl ji bo pêdiviyên lezgîn ên jinên rizgarbûyî bi cih bînin ketin tevgerê. Ji ber ku gelek caran rêxistinên heyî di dema kampanyayên alîkariyê de pêdiviyên taybet ên jinan îhmal dikin bicih bînin.”

‘Me bi kampanyayê rihê hevkariya di navbera beşên cuda yên civakê de nîşan da’

Nivîskar Rehab Şanîb ku yek ji rêveberên kampanyayê ye, diyar kir ku tevlîbûna kampanyayê gelekî zêde ye. Rehab Şanîb bal kişand ku ev kampanya rihê hevkariyê di navbera gel, beş û komên cuda de nîşan dide û kêfxweşiya xwe ya di vî warî de nîşan da û got ku ji komkirina alîkariyan bigire heta cudakirin û pakêtkirina alîkariyan hemû beşên civakê bi hev re dixebitin.