Xizmên girtiyan: Mifta aştiyê li Îmraliyê ye

Xizmên girtiyan careke din serî li Wezareta Dadê ya Tirk dan û xwestin dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê bê anîn.

Navenda Nûçeyan - Xizmên girtiyan duh bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin. Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya “Edaletê pêk bîne li gorî hiqûqê tevbigere” vê hefteyê jî domandin.

Xizmên girtiyan xwestin biçin pêşiya avahiya Wezareta Dadê, lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Xizmên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan û Perîhan Koca, li ser vê yekê çûn Deriyê A yê Wezareta Dadê. Polîsan nehiştin xizmên girtiyan ji wesayîtên xwe derkevin. Her wiha polîsan nehiştin rojnamevan jî dîmenan bikişînin û hinek rojnamevanan derb kirin. Piştre li ber avahiya Wezareta Dadê daxuyanî hat dayîn.

‘Dayîk dê li ber wezaretê dengê xwe bidin bihîstin’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku li gelek girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên girtiyên siyasî didomin û ev tişt anî ziman: “Dayîk jî dixwazin hem bi wezaretê re hevdîtinê bikin hem jî dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber wê ji her devera Tirkiyeyê tên ber deriyê Wezareta Dadê. Vê hefteyê dayîkên ji Edeneyê hatin û me bi hev re daxuyanî da. Li dijî binpêkirinên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê, xwestin li pêşiya wezaretê dengê xwe bidin bihîstin.”

‘Mifta aştiyê li Îmraliyê ye’

Piştre ji xizmên girtiyan Şemsê Bagdû jî diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan êdî bi dawî bibe. Heta ku Ocalan bi fîzîkî azad nebe tu kes nikare azad bibe. Mifta aştiyê, li Îmraliyê ye. Heta ku ew ji Îmraliyê dernekeve dê aştî neyê vê xakê. Em xwişk û bira ne, êdî bes e. Em dayîkên aştiyê ne. Dilê me dişewite. Bêguman em ê bangî wezîr û serokkomar bikin û daxwaza aştiyê bikin. Hûn leşkeran dişînin operasyonan û piştre jî cenazeyan nadin malbatên wan. Em naxwazin darbestên leşker, polîs û gêrîlayan bên. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û vî şerî bide sekinandin. Zarokên me di girtîgehan de tî û birçî ne. Bila dengê min bigihije Wezîrê Dadê û Erdogan. Ciwanên dimirin ne zarokên Erdogan û Wezîrê Dadê ne.”

Şemsê Bagdû got: “Birêz Ocalan daxwaza aştî û edaletê dike û dixwaze şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Şerê li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya Kurdan tê pêşxistin. Îro li rexekî Emerîka û li rexa din Rûsya ketiye Rojhilata Navîn. Ne Tirkiye ne jî tu kesên din dengê xwe ji wan re dikin. Sedema ku em niha di vê rewşê de ew e ku li Ocalan nayê guhdarîkirin.”

‘Em ji bo dawî li tecrîdê bînin li vir in’

Ji xizmên girtiyan Ayşe Elegaş jî da zanîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine pêşiya wezaretê û got: “Em ji bo rakirina tecrîda ku bandorê li tevahiya gelê Kurd dike û ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hatine vê derê. Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Zêdetirî 40 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Em edalet û aramiyê dixwazin û naxwazin xwîn were rijandin. Em naxwazin tu kesek bimre. Zarokên me tiştek nekirine û vala vala di girtîgehan de tên ragirtin. Em polîtîkaya tecrîdê şermezar dikin.”