Xelkê Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide

Jin, ciwan û zarok jî di nav de xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ev 13 roj in bênavber li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike bi şev û roj li ber xwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e.  Jin, ciwan û zarok jî di nav de xelkê Mexmûrê li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe di roja 13’emîn de didomîne.

Xelkê Mexmûrê ev 13 roje konê berxwedanê daniye bi şev û roj bê navber di şertê hewaya germ de nobetê digre û şevê din jî heta niha di konê de nobet girt û berxwedana wan berdewam dike.