‘Divê jin ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşînê mezin bikin’

Piştî ku Minbic 7 sal berê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jinên ku di gelek qadên jiyanê de cih digirtin, bi Projeya Neteweya Demokratîk jiyanek demokratîk û azad ava kirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Yek ji bajarên ku di bin bandora êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ma Minbic e. Piştî ku Minbic di 12’ê Tebaxa 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jinan li her qadê dest bi xebatên birêxistinbûne kirin û gavên jiyanek azad û demokratîk avêtin.

‘DAIŞ mafên gel û jinan binpêkir’

Berdevka navenda lêkolînên Jinelojiyê Yasmîn El-Qoco, bi van gotinan salên ku DAIŞ’ê Minbic dagir kiribû bi bîr tîne: “Piştî ku Artêşa Azad a Sûriyeyê, bajar kontrol kir DAIŞ ket bajêr û di her warê de mafên gel û jinan binpê kir. Ji ber ku xwedî hişmendiyek gelek xirab bû hewl da tirsê di nav gel de belav bike.”

‘Gelek jin tenê ji bo ji vê zordariyê xilas bibin dawî li jiyana xwe anîn’

Zagonên DAIŞ’ê yên têkildarî mafên gel ji destpêka girtina bajar ve hatin pêkanîn. Yasmîn El-Qoco der barê vê mijarê de jî wiha got: “DAIŞ’ê bi riya olê civakê kontrol kir û li dijî civakê bi taybetî jinan şer kir. Kiryarên gelek qirêj pêkanî. Jinan difirotin çeteyekî, wî çeteyî jî difirot yekî din. Ji bilî îşkenceyan dema ku jinan biryarên wan pêk neanîn hatin cezakirin. Lewre jin her dem di nava tirs û xeteriyan de bûn. Gelek jinan jî tenê ji bo ji vê zordariyê xilas bibin dawî li jiyana xwe anîn. Di encamê de gelek mêran dema çete didîtin xwe ji jinên xwe dûr dixistin da ku tu ceza negirin.”

Yasmîn El-Qoco wiha domand: “Tevî hemû astengiyên DAIŞ’ê jî gelek jin bêdeng nediman rastî girtin û îşkenceyan dihatin û hinekan jî jiyana xwe ji dest didan. Pîvan û biryarên DAIŞ’ê tenê munafiqî û durûtî bûn. Bi sûcdariya zînayê jinan kevir dikirin, di heman demê de ew tişt ji xwe re rewa dikirin û jinan li bazaran dikirîn û difirotin. Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de li Minbicê tiştên herî xirab hatin kirin bûyerên hovane û binpêkirinên bêsînor çêbûn. Hemleya rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîranê de dest pê kir û piştî 72 rojan ji berxwedan û şerên dijwar ên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê û YPG’ê li dijî DAIŞ’ê di 15’ê Tebaxa 2016’an de hat rizgarkirin.”

Rizgarkirina bajêr xala guhertina rewşa jinan bû

Berpirsa Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Reqayê ku yek ji saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ye Amal Dada jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Amal Dada wiha got: “Dema kontrolkirina DAİŞ’ê li ser bajarê Minbicê xaleke reş di dîroka bajêr de hate nivîsandin, xwestin bi kiryarên xwe civakê tune bikin, dibistan girtin û fikir û rêbazên xwe tenê li ser zarokan ferz kirin. Hemû kesêm ku li dijî biryarên wan derkeve di cihên giştî de di nava gel de ceza dikirin, bi rojan cenaze li qadên giştî daliqandî diman. Li gel komkujiyên li gundewarên bakur li Rumane, Maşî û Bwêr gelek kiryarên xirab dikirin.”

Amal Dade rewşa jinan wiha dinirxîne: “Rizgarkirina bajarê Minbicê bû bîranînek di bîra her jinekê de, ji ber ku ew roj ji zordariyê xilas bûn û bû wekî roja jidayîkbûnê. Şervanên jin rola xwe di rizgarkirina bajêr de gelekî girîng û bingehîn lîstin. Wan rê li pêş jinên Minbicê vekirin û li wê derê jin li derdora şervan û têkoşerên jin kom bûn. Meclisa sivîl beriya rizgarkirina Minbicê hatibû avakirin, di pêvajoya rizgarkirinê de jî gav bi gav li her gundî komînan bi lez ava dikir û alîkarî li gel belav dikir.”

Amal Dada diyar dike ku hemleya rizgarkirinê di du astan de pêkhatiye û wiha got: “Di hemleyê de hêzên leşkerî bajar û gund ji DAIŞ’ê rizgar kirin û pişt re meclisên sivîl jiyana civakî bi rêxistin kirin, dibistan ji nû ve ava kirin, ji bermahiyên DAIŞ’ê paqij kirin. Piştre jî di 12’ê Adara 2017’an de Rêveberiya Demokratîk li Minbicê û gundewarên wî ava bû ji 13 komîteyan pêk dihat, di nav de komîteya jinan a ku jin di komîte û ofîsan de birêxistin dikirin jî hebû.”

Tevlibûna jinan a Projeya Netewa Demokratîk

Amal Dade têkildarî tevlibûna jinan a ji bo Projeya Netewa Demokratîk jî wiha axivî: “Tevlibûna jinan a ji bo projeyê karekî ne hêsan bû, ji ber ku bajar nû hatibû rizgarkirin û çete tenê çend kîlometroyan ji Minbicê dûr bûn, tirsa wan di nava gel û jinan de mabû. Rêxistinkirina jinan kedeke mezin pêwîst dikir. Wêrekî li gel wan nemabû ku tevli karên rêveberiya nû bibin û tiştek di wî warî de nizanibûn. Lê belê bi hişyarkirina jinan projeya Netewa Demokratîk nas kirin û di salên dawî de bi hejmareke zêde jin tevli karên rêveberiyê bûn. Em di pêvajoyên dijwar de di warê civakî û fikrî de derbas bûn, ezmûna beşdarbûna jinan a nava rêveberiyê û rizgarkirina bajêr ne tenê ji bo welatên Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê nimûne bû.”

Di pêvajoya rizgarkirinê de destkeftiyên jinan

Amal Dade qonaxa piştî rizgarkirina Minbicê wiha tîne ziman: “Rizgarkirina Minbicê rê da ku jin bigihîjin navendên biryardayînê di hemû warên kar û jiyanî de. Nêrîna civakî ji jinan re û têgehên şaş di hişmendiya wan de ji beriya DAIŞ’ê ve jî hatin sererastkirin. Vîna jinan a ku di salên piştî rizgarkirinê de derket holeê bersiva dan wan têgehên şaş. Bi ketina jinan a nava karên leşkerî têgeh guherîn û ji wir dest pê kirin tevli hemû warên jiyanê bûn. Ev şoreşa rast a jinan li Minbicê ye, em li ser şopa jinên Kurd meşiyan û piştî rizgarkirinê em bûn nimûneya herêmên din. Berê jin di beşa trafîkê de tunebûn lê niha jin di çeperên şer de û di navendên biryardayînê de jî bi hêz cihê xwe digrin.”

‘Hêza jinan dikare her tiştî derbas bike’

Amal Dada der barê pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha dibêje: “Piştî ku rola jinan ji aliyê pergalên desthilatdar ve hat paşguhxistin, pergala hevserokatiya jin û mêr bi hev re wekhevî pêk anî. Niha jin xwedî aboriya xwe ne, jin weke Kombûna Jinên Zenûbiya ku bi kar û barên jinan radibin û rola wan di civakê de xurt dike ji xwe re gelek komele û rêxistinên jinan ava kirine. Tevî ku gelek astengî hene jî hêza jinan dikare her tiştî derbas bike, di demek kurt de dikaribûn ji çeteyan rizgar bibin û roleke pêşeng di siyaseta herêmê de lîstin hê jî têkoşîna wan berdewam dike.”

Amal Dada têkildarî  karên jinan di warê leşkerî de jî wiha got: “Me vîna jinan di kesayeta şervan û pêşengên jin de di çeperên şer de dîtin. Jinan roleke sereke di rêxistinkirina jinan û tevlibûna wan û peydakirina hawidoreke bi ewle de ku rola xwe bikarin bi temamî bilîzin de lîstin.”

‘Dive têkoşîn bên bilindkirin’

Amal Dade di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di 7 salên borî de jinan li gorî berê gavên mezin avêtin. Di her saziyê de ji bo nûnerên hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen hebin pergalê kotayê tê bikaranîn. Jinan asta kar di hemû waran de bilind kirin, bi taybetî di warê leşkerî de gelek pêşengên jin di çeperên şer de bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandin. Divê em berxwedaniya xwe zêde bikin ji ber ku astengî hê jî hene û dive ji bo parastina destkeftiyan têkoşîn bên bilindkirin.”