Li Efrînê di mehekî de 53 kes hat revandin, zarokek hat qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku di meha gulanê de li Efrînê 53 kes hatin revandin û bi sedan dar hatin birîn.

Navenva Nûçeyan – Ji Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye roj bi nûçeyên binpêkirinan tên. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî binpêkirinên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di meha gulanê de li Efrînê kirin parve kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê; di meha gulanê de li Efrînê 53 kes bi hincetên vala û bêbingeh hatin hatin revandin û ji kesên hatine revandin bi hezaran dolar hatin xwestin. 

 Di ‘pîrozbahiya’ AKP’ê de zarokek hate qetilkirin

Piştî ku Erdogan di 28’ê Gulanê de bi ser ketî, komên paramîlîter di bin navê “pîrozbahiyê” de gule li derdorê reşandin. Di encama gulereşandinê de zarokek hate qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn. 

900 darên zeytûnan û fêkiyan hat birîn

Ji 18’ê adara sala 2018’an roja dagirkirina Efrînê heta niha xwezaya bajar bênavber tê qirkirin. Di meha gulanê de li navenda bajar û navçeyên Mabata û Recoyê zêdetirî 900 darên zeytûnan û yên fêkiyan hatin birîn. Darên hatine birîn li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablûsê hatin firotin. 

 Guhertina demografya

Komên paramîlîter ên bi rêxistinên Qeter, Quweyt û Filistînê re peywendiyên wan hene, li Efrînê wargehên nû ava dikin. Di vê çarçoveyê de li gundê Şadêr ê girêdayî navçeya Şêrawayê 50 avahî hatin avakirin û erdekê bi qasî 30 hektaran hatin kolandin. Hat ragihandin ku avahiyên behsa xeberê, ji bo guherandina demografyaya herêmê tên avakirin. 

Çeteyan destdirêjî li 2 zarokan kir

Ji xeynî raporê, di 6 û 11’ê Gulanê de endamên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk tecawiz li 2 zarokên 10 û 14 salî kiribûn û jinek 20 salî revandin.