Dorpêça li ser Şehbayê zirarê dide çandiniya herêmê

Rêgirî û ambargoya li ser Şehbayê didome. Rêvebera komîteya Kopratîf a Efrîn-Şehbayê Sofiyêtlana Nebîko behsa asta çandiniyê ya îsal li herêma Şehbayê û zirarên ku ji ber rêgiriya hikûmeta Şamê dîtine kir.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê gelek ziyan di warê çandinî û aboriya herêmê kir. Her çendî jî komîteya kopratîf a Efrîn-Şehba hewl da bi gel re bibe alîkar û zextên dopêçê kêmtir bikin. Der barê rewşa çandiniyê li herêma Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, rêvebera komîteya kopratîf a Efrîn-Şehbayê Sofiyêtlana Nebîko nirxandin kir.

‘Komîteya kopratîf di warê çandiniyê de bi gel re bû destek’

Sofiyêtlana Nebîko di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku armanca wan bi vê komîteyê ew e ku alîkariya gel di warê çandiniyê de bikin her wiha zehmetiyên ku dîtine anî ziman û wiha got: "Armanc bi avakirina komîteya kopratîfê ew e ku alîkariya welatiyên sivîl di warê çandiniyê de bike her wiha bilindkirina asta aboriya gel û herêmê. Bi belavkirina erdan li gel projeya me dest pê kir. Li ser her 5 malbatan heya 10 malbatan erd bi qasî hektarek an kektar û nîv hat belavkirin. Me hewl da di vê projeyê de gubreya, tov û mazot jî ji welatiyan re pêşkêş bikin da ku pêdiviyên xwe yên çandiniyê pêk bînin lê ji ber ferzkirina Hikumeta Şamê, dorpêça li ser herêmê me gelek astengî di vî warê de dît. Lewre tenê me tov û gubre dan wan û mazot jî ji ber ambargoyê nehat belavkirin. Hewldanên me ji bo ajotina erdan jî hebûn lê mixabin ji ber tunebûna mazotê ew jî hat rawestandin. Nêzî 2 300 hektar ji erdan hatine belavkirin. 225 kopratîf ji bo gel hatin çêkirin."

‘Ji ber dorpêçê berhemdarî kêm e’

Sofiyêtlana Nebîko behsa demsala çandiniyê ya îsal kir û wiha pê de çû: "Bi hatina çinîna berhemên ku me çandine em bi gelê xwe re bûn alîkar. Rêjeya me ji van koperatîfan ji sedî 10 ji her erdê ye. Ji bilî ku miqdarên tovên hatine çandin dîsa li me vedigerînin. Rêjeya dawî ku em ji erdê digrin li gel tên belavkirin. Îsal baran baş barî, berhemên me baş çêbûn lê mixabin barana ku di van demên dawî de, barî, ji ber ku dema rakirina dexlan bû ziyan gihîşt wan. Demsala kemûnan, cûrban ên herî zêde ji ber vê baranê zirar dîtin û di avê de man. Ji ambargoya ku li ser herêmê tê meşandin amûrên çinîna berheman buha bûn her wiha bazirgan tovan bi rêjeyên gelek kêm dikirin, ev jî bandorên neyînî bi xwe re tîne. Di heman demê de bi vê projeyê me tevgerek aborî di nava civakê de da avakirin, ew jî karkirina wan di nava erdan de ye."

Banga rakirina ambargoyê

Sofiyêtlana Nebîko daxwaz kir ku rêgiriya hikumeta Şamê li ser herêmê bê rakirin da ku asta çandinî û aboriyê jî baştir bibe ji ber Şehba herêmek çandiniyê ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Daxwaza me ew e ku ev dorpêça heyî li herêmê bê rakirin. Ji ber ku bandorên li ser herêmê, li ser çandinî û aboriyê jî dike. Ji ber wekî tê zanîn Şehba herêmeke bi çandiniyê tê naskirin yanî tu jêder ji bilî jêdera çandiniyê li herêmê nîn e. Her wiha em ê di sala li pêş de mazotê zûtir ji gel re peyda bikin ji bo ku dest bi projeyên xwe bikin, bi taybetî projeyên çandiniyê yên avî."