Wesayîta zirxî li wesayitek xist: Kesek jiyana xwe ji dest da

Li Wanê di encama wesayîta zirxî ya leşkerî li wesayîtek sivîl xist de, kesek jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.

Wan- Li ser rêya Elbak û Wanê li herêma 32 fetlanekan, wesayîta zirxî ya leşkerî li wesayîtek sivîl xist. Di encama qezaya pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê wesayîta sivîl bû xurde.

Gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê şandin cihê bûyerê. Ji bo kesên ku di wesayîta sivîl de asê mane bên rizgarkirin xebateke domdirêj hate meşandin. Birîndarên di wesayîtê de hatine derxistin ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.