Behiya Murad: Armanca me avakirina malbat û civakeke demokratîk e

Rêvebera Malê Jin yên Kantona Qamişlo Behiya Murad der barê çareserkirina pirsgirêkên civakî wiha got: "Em hewl didin çanda diyalogê di navbera hevjînan de pêşbixin û malbateke demokratîk avabikin."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Çîrokên jinan bi têkoşînê hatiye hûnandin. Di nîvê rê de ranewestiyan, destê xwe nedan ber rûyê xwe û xwe bê çareserî nîşan nedan, pirsgirêkên jiyan dikirin analîz kirin û jêre mekanîzmayên çareseriyê danîn.

Behiya Mûrad ji rêvebera malê ber bi rêveberiya civakê ve gav avêt. Serpêhatiya me ya îro Rêvebera Malên Jin yên Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Behiya Mûrad e. Ciwantiya rihê Behiya Murad, daye ser qemîçokên rû û mezinbûna temenê wê.

Ji hefizeyan çend bîranîn û hûrgulî…

Behiya Murad di destpêka axaftina xwe de salên 1980'î bibîr xist û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di wextekî de ku me koka xwe wendakiribû û wekî Ereb dihatin dîtin, em bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê wekî malbateke Kurd netew û dîroka xwe naskir. Piştî pêvajoya xwendinê, ez zewicîm lê belê di hemû hûrguliyên malê û ziraviyan de ez û hevjînê xwe pêre mijûl dibûn. 35 salan min dirûtin kir û di salên 1980'î û vir ve cil û bergên komên ku dê derkevin ser dikeya Newrozê, min bi hezkirin didrût. Piraniya provayên komên çand û huner wê demê li mala me çêdibû. Malbat na, lê ji min re dîtina gaziyên şer ku ji çar aliyên Kurdistanê dihatin cem me, pir bibandor bûn û bandor li kesayeta min jî kirin ku ez vê bawer bikim, têkoşîna wan ji bo me û zarokên me ne. Li gel zext, gef, îşkence û neqebûlkirina rejîma Baas, me bi rengekî veşartî civak birêxistin dikir. Ya herî zêde hişt em bi fikir û têkoşîna tevger azadiyê bandor bibin, exlaq û sekna şoreşgeran bû. Wê demê me hîs kir ku em jî wekî jin mirov in û xwedî qedir û qîmet in. Avakirina kesayeta min ji wir destpê kir."

Ji komîteya lihevhatinê ya di nav taxê de ber bi Mala Jin ve

Behiya Murad da zanîn ku beriya şoreşa jinê, wan wekî komîteyên lihevhatinê di nav taxê de kar dikirin û wiha axivî: "Ji ber em parçeyek ji vê civakê ne, li hember xweşî û nexweşiyên wê em berpirsiyar in. Wekî jin me komek avakiribû û pirsgirêkên civakî yê ku di encama nelihevkirinê de derdiketin, bi diyalogan çareser dikir. Bê navber me serdana malbatan dikir. Di meşa me ya destpêkê de koma me hêzdayin bû. Wexta ku çirûskên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê pêket, em li Şamê bûn. Wek keseke tî û bi bazdanê berî dide deryaya, em wiha ber bi warê şoreşê ve beziyan. Min dest pê xebata Mala Jin kir û heta niha jî berdewam dikim."

'Pirsgirêkên jinan dîwarên malan qul kir'

Behiya Murad balkişand ser pirsgirêkên ku jinan ditirsiyan bînin Mala Jin û wiha sedemên wê anî ziman: "Pirsgirêka ku ji nav çar dîwarên mal derkeve û biçe saziyekê, pir şerm dihat dîtin û digihişt asta hevberdan û pirsgirêkên hîn kûrtir û tundûtujiya li dijî jinê zêdetir dikir. Nêzîkatiyên jin û mêr û malbatên wan ji bo Mala Jin wiha bû ku ger pirsgirêka me ji mal derket û giha ber destê saziyê ew ê bihetikin û di nav civakê de rezîl û rûreş bin. Ji xwediyê pirsgirêkan zêdetir hin caran dostên wan dihatin mala jin ku çareseriya pirsgirêkê fêm bikin. Piştî têkoşînekê li hember têgehên civakî û şerê taybet ê ku destpêke hat meşandin, jinan dikarîbû rihet û bêtirs pirsgirêka xwe bîne ber destê Mala Jin û em bi hev re bi rêya diyalogan çareser bikin."

'Mêr jî bi pirsgirêkên xwe berê xwe didin Mala Jinê'

Behiya Murad da xuyakirin ku ji bo mêrekî berê xwe dide Mala Jin û di pirsgirêka wî û hevjîna wî de nîqaş were kirin şermbûnek bû û di asta teşhîrkirina xwe de didît û wiha got: "Heta ku mêr an jî hevjînek dihat Mala Jin ewqas zor û zehmetiyên wê hebûn. Mêran digot ku ji nave xwe diyar dibe ku Mala Jinê tenê jinan diparêze, lê belê dema ku hatin û dîtin edalet û wekhevî tê pêkanîn, nêrîna xwe dan guhertin. Bi rê û rêbazên aştiyê û hevgirtina malbatê esas digre, me pirsgirêk analîz dikirin û jêre dibûn cihê çareseriyê. Bi vî awayî me bawerî da avakirin. Li gorî pêvajoyê û pirsgirêkên dihatin, me rêyên çareseriyê pêşdixist. Niha wiha bûye ku êdî mêr bi xwe pirsgirêka xwe tîne Mala Jinê ku jêre çareserî peyda bikin. Armancê me avakirina malbat û civakeke demokratîk e."

Çarenûsa jinan di navbera prensîbên jin û pêvajoya şer de ye 

Behiya Murad makanîzma çareseriyê û prensîbên jin bibîr xist û wiha axivî: "Ger jin an jî mêr werin gilî bikin, her yek ji wan nêrîna xwe dibêje, lê di navbera wan her du nêrînan de em rastiyê derdixin holê û li gorî wê jî hewla lihevhatina wan dikin. Gumaniya vê mijarê jî nîne ku em tenê li terefekî guhdar nakin û li gorî wê biryar nastînin. Tecrûbeyên ewqas sal têkoşîn bi encam kir. Taybet bi danîna prensîbên jin ev pêkan bû. Dema ku destpêkê ev prensîb derketin, civakê nepejirand û dijberî gavekî wiha bûn. Taybet hin xalên nedihatin qebûlkirin jî ev bûn; zewaca temenê biçûk, mîras û zewaca pirjinî. Piştî gelek hewldan, civîn û semîneran zewaca temenê biçûk kêm bûye. Pêvajoya şer ya ku herêm têre derbas dibû, bû sedem ku hin malbat neçar bibin keçên xwe 14 salî bizewcînin da ku ji aliyê DAIŞ'ê ve neyê revandin, û firotin."

Şantajên elektronîk û erkên dikevin ser milê çapemeniyê

Behiya Murad xalekî girîng ku di roja îro de bi awayekî mezin ji hêla civakê tê bikaranîn wiha bilêv kir: "Bi sepandina zagon û prensîbên jin re, çareseriya pirsgirêkên herî kûr pêkan dibe. Tundî, kuştin, îxanet û xwekuştin jî heta roja îro didome, lê gelek sedemên vê yên çandî û civakî hene. Bikaranîna çewt a înternêtê jî sedemeke bingehîn ê berdewamiya van dozan e. Mînak par û pêrar zêdetirî 50-60 pirsgirêkên ku di rêya şantajên elektironîk pêk dihatin, hatin ber destê me. Ji bo vê rewşê me tedbîr girt û dest bi pêngaveke li ser şantajên elektronîk li dibistanan, li nav taxan û li her derê kirin ku zarokên keç dê çawa li dijî gefên mêran xwe biparêzin û neyên xapandin. Ji lewra divê ku di aliyê çapemeniyê de jî bernameyên girêdayî jin û pirsgirêkên jinan hebin ku di nav civakê de nîqaş bikin û civak bi xwe çareseriyên wê bîne ziman."

'Zagona malbatê ne tenê jin mafê mêr û zarokan jî diparêze'

Behiya Murad zagona malbatê û guhertinên çêbûn wiha rêz kir: "Zagona malbatê ne tenê mafê jinan, piştî amadekirina vê di gelek xalan de guhertin çêbûn û êdî mafê mêr û zarokan jî diparêze. Zagona Malbatê ji bo pirsgirêkên giştî civakê bersivek bû. Di bendên berî zewacê, dema xwestinê her wiha di xala hembêzgeha zarokan de jî guhertin û berfirehiya vê çêbûn. Pêwîste ku mêr zagona malbatê baş bixwîne û li gorî wê tevbigere. Li gorî şopandinên me, zagona malbatê ya ku dawiya sala 2022'an de derketiye, encamekî xwe yê erênî girtiye. Em jî hewl didin hemû pirsgirêkên tên ber destê me li hevhatineke civakî, çareser bikin. Em ne ji hev veqetandina malbatê, hevgirtina malbatê dipejirînin."

'Pêşxistina çanda diyalogê'

Behiya Murad da zanîn ku armanca wan çanda diyalogê di navbera hevjînan de pêşbixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hemû têkiliyên civakî de pêwîste hezkirin, rêzdayin û ya herî girîng hevdûfêmkirin hebe. Ji bo avakirina malbateke demokratîk em hewl didin jiyana hevbeş û çanda diyalogê di navbera hevjînan de pêşbixin. Ger bixwazin jiyana xwe biguherin, dikarin têbikoşin. Gotinek xweş, hevdû hîskirin û qedirdayina hev, dikare gelek pirsgirêkan çareser bike. Ji bo parastina zarokan ya ji gelek tiştên xerab ku zirarê dide tenduristî û derûniya wan, divê dayik û bav têkiliyên xwe baş bikin û bi zarokên xwe re jî mijûl bibin."