Du jinên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin

Hêzên ewlekariya kampa Holê di encama hewldanên ji bo dîtina Jinên Êzîdî de du jinên ciwan ên xûşkê hev in ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgarkirin û radestî malbata wan kirin.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal- Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê komkujî pêkanî û bi hezaran jin û zarok heta niha di destê çeteyên DAÎŞ’ê de tên girtin. Xebat û hewildanên rîzgarkirina jin û zarokên Êzidî berdewam dike. Îro  rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Holê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji gundê Solax yê Şengalê ne bi hevkariya Hêzên ewlekariya Holê ji nava  destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî Hêzên YJŞ û YBŞ’ê kirin. 

Besê Xidir Xelef Şemo ya ku di 8 saliya xwe de li gel xûşka xwe Aliya Xidir Xelef Şemo ya 3 saliya xwe de  bi gelek ferdên malbata xwe re, li Şengalê di dema fermanê de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Îro bi rêya Hêzên ewlekariya Holê hatin rizgarkirin û gihiştin axa pîroz ya Êzîdxanê.

Herdû xûşkên ku ji kampa Holê rizgar bûyi, destpêkê serdana Meclisa Jin ya Şengalê kirin. Bi çepik û kêfxweşiyekî gerim ji aliyê Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ve hatin pêşwazî kirin

‘Rizgarkirina her jinekê cihê kêfxweşî û roja cejnê ye’

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Neam Umer Xelef û Nafiye Mêşo kêfxweşiya xwe bi van hevokan anî ziman: “Rizgarkirina her jinekê ji destê DAIŞ’ê ji bo me dibe cihê kêfxweşî û roja cejnê. Di vê em hêviyên xwe winda nekin heta ku hemû jin, zarok û mirovên Êzîdî yên ku di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin.

Piştî serdanê herdû jinên ciwan ji aliyê mamê wan ê tenê mayî ve ji bo biçin gundê xwe ketin rê.