Çîgdem Kiliçgun Uçar: Panzehira vê qeyranê têkoşîna me ye

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo serdema ku hikûmeta AKP-MHP'ê wek 'sedsala nû' bi nav kir, wek sedsala buhabûn, enflasyon, şer û kedxwariya kedê binavkirin di cih de ye.

Navenda Nûçeyan- Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxandin. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku îro li Amedê danişîna doza 15 xebatkarên çapemeniya azad ên 13 meh in di girtîgehê de tên dîtin û wiha got: “Em dixwazin demil dest xebatkarên çapemeniya azad ên ku ne alîgir in, alîgirbûnê red dikin, ji rastiyan tawîz nedin û hewl bidin bibin dengê nayê nedîtî û nayê bihîstin, bigihîjin azadiya xwe û pîşeya xwe.”

‘Dewlet û ATK ji mirina hemû girtiyên nexweş re îmze avêj e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û diyar kir ku girtiyê nexweş Bişar Yazıci bi îfadeya şahidê veşartî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Uçar da zanîn ku Yazici ji ber nexweşiya kezebê ku lê peyda bûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Çi li girtîgehê çi li derve, berpirsyariya mafê jiyanê ya gel-welatiyan dewlet e. Lê belê dewlet û ATK di şexsê Yazici de mirina hemû girtiyên nexweş îmze dikin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî polîtîkaya mirinê, vê bêhiqûqiya mirinê têdikoşin. Ez dixwazim diyar bikim ku ev têkoşîn têkoşîna me ye jî. Em ê dengê xwe bilind bikin û li cem wan bin.”

'Welat bi hilweşînek cidî re re rû bi rû ye'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir rev dest bi serdema ku hikûmeta AKP-MHP'ê wek gotina "sedsala nû" pênase dikin, kiriye û wiha got: "Hem welat bi xwe û hem jî civak bi xwe bi hilweşîneke cidî re rû bi rû ne. Hikûmeteke ku dixwaze vî welatî bike yektîp, yek deng û yekreng, hemû tiştên ji destê wî tê dike. Bi her cure bêhiqûqî, her cure bêhiqûqî, sansur, zext, gef, desteserkirina maf, xizanî, fesadî, talan û polîtîkayên şer re hewl dide vê civakê bi tenê bihêle. Me gelek caran diyar kir ku êrîşên ku îro hemû beşên civakî û qadên têkoşînê rû bi rû ne, ji aliyê vê hikûmetê ve ji yek navendê tên birêvebirin. Em hemû bi heman êrîşan re rû bi rû ne."

‘Panzehira qeyranê têkoşîna me ye’

Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir hikûmetê ji bo hilbijartinê ser bixe hemû derfetên raya giştî bikaranî û wiha got: “Leçûna qesrê ya rojane bi pereya berê 15 trîlyon e. Em li cem karker, kedkar, betalan in, em ê vê polîtîkaya kirêt û talanê eşkere bikin û bi kedkaran re dengê xwe bilind bikin. Panzehira vê qeyranê em û têkoşîna me ye.”

Banga têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê

Çîgdem Kiliçgûn Uçar a got, "Em bi qasî ku siberoja xwe mehkûmê van encamên hilbijartinê yên ku tercîhên civakê nîşan nade, nakin bi hêz in” axaftina xwe wiha domand:

“Em bi ewqasî ku siyaset û têkoşîna xwe ya demokratîk di faşîzma AKP û MHP’ê de nefetisînin bi berxwedêr in û nasnameya xwe, baweriyên xwe wek duh îroj jî bidin jiyîn bi kok in. Em bi vê berxwederî, bi vê hêz û bi vê dîrokîbûnê dest bi pêvajoya ji nû ve avakirinê kir. Ev pêvajo pêvajoya me hemûyan e, ev bang banga me ye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû hevalên ku heta niha di civînên gel ên ku me dest pê kirin û hemû xebatên ku me pêkanîn de kedek mezin dan, li dijî komployên li ser me hatine çêkirin û li dijî faşîzmê tevlî têkoşîna hevpar bibin.”