Welatiyên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Delîl Saroxan a şehîdan a Kantona Cizîrê 6 welatiyên ku di encama êrîşên Tirkiyeyê yên 25’ê Kanûnê de jiyana xwe xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Qamişlo – Dewleta Tirk ji 23’ Kanûnê ve êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrîşan de 6 welatiyên li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan, li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Di merasîman de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif axivî û got: “Em bi êrîşên dewleta Tirk rû bi rû ne, ev dewleta ku bûye çavkaniya DAIŞ’ê. Her wiha li hemberî tevahî şehîdan di şexsê yên dawiyê de em bejna xwe ditewînin û ji tevahî birîndaran re di demeke kurt de şîfayê dixwazin. Îro dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çûye bi berxwedana gerîla ev dewleta Tirk têk çûye ev dewlet têkçûyîna xwe bi qetilkirina sivîlan dixwaza tola xwe rake. Ji ber têkçûyîna leşkerî  têkçûyîna siyasî têkçûyîna dîplomasiyê dewleta Tirk îro dixwaze bi vî rengî veşêre bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê.”

‘Tirkiye dixwaze têkçûna xwe veşêre’

Foza Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çûye û nikare îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê têk bibe, wiha berdewam kir: “Lewma jî îro zarok, ciwan, jin, karker hemû hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc. Divê gelê me bizanibe ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî îradeya Gelê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûye li hemberî yekitiya gelan têk çûye, îro bi vî rêbezî ev şerê hovane li hemberî gelê me dimeşîne. Em ji dewleta tirk re dibêjin ku bi armancgirtina binesaziya me, nikare me ji têkoşîna azadiyê dûr bixe.”

‘Gelan biryara azadiyê dane’

Foza Yûsif diyar kir ku gelê Kurd Ereb Suryan destên xwe dane hev û biryara azadiyê dana û wiha bi dawî kir: “Em bi deh hezaran şehîdan tu carî teslîm nabin ji ber ku gel biryar daye, bi tu awayê nikarin, biryara gel bişkînin. Îro gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Tirkmen her kesê destên xwe daye hev. Ji ber ku ev proje bi xwîna keç û xortên van pêkhateyan hatiye avakirin. Ew çapxaneyên me armanc digrin ji bo em dev ji zimanê xwe berdin lê em ji Erdoxan re dibêjin zimanê Kurdî Suryanî zimanê vê axê wê tu carî nemire bi armancgirtina çapxaneyan ev ziman têk naçe ne topên te ne balafirên te dikarin vî zimanî ji holê rakin.”