UNICEFˊê ava kampên koçberên li Şehbayê qut kir

UNICEFˊê, ku di sala 2020’an û 2021’ an de li ser gundên Şehbayê av qut kir, di 15’ê Sibatê de jî ava kampên koçberên li Şehbayê qut kir.

Navenda Nûçeyan- Dema Efrîn hate dagirkirin û gelê Efrînê derbasî Şehbayê bû, UNICEFˊê av li seranserî herêma Şehba û kampan belav kir. Av bi rêya erebeyan li depoyên plastîkî yên li gund û kampan hatine danîn dihat belavkirin. Lê UNICEFˊê di sala 2020’ an de belavkirina avê li ser gundên navçeyên Til Rifet, Şêrewa, Eherz û Ehdasê pir kêm kir û di sala 2021’an de jî li seranserî herêmê qut kir. Her wiha rêjeya avê li kampan jî hat kêmkirin û daxistin 650 hezar lître av.

Her wiha li kampa Serdem 300 hezar lître, kampa Berxwedan jî 280 hezar lître, li kampên Efrîn, Şehba û Vegerê jî 45 hezar lître av dihat belavkirin. Ev rêje di demsala zivistanê de bû. Di demsala havînê de rêjeya avê zêde dibû û 950 hezar lître av dihat belavkirin.

Di 15’ê Sibatê de êdî av bi temamî li ser kampan hate qutkirin.