Ji bo rizgarkirina pargala alîkariya mirovî ya Xezayê bang hat kirin

Komîteya Daîmî ya Navbera Saziyan (IASC) ku saziyên alîkariyên mirovî di nav ne, ji bo Xezaya ku hilberîna xurekê lê nemaye û rojê milyonek zarok neçarî travmayê dimînin, bang kirin ku pergala alîkariya mirovî were rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- IASC’a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşengiya wê dike û saziyên alîkariya mirovî tê de cih digrin, têkildarî Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha di nava 5 mehan de bi deh hezaran Filîstînî hatine qetilkirin û ji cih û warên xwe bûne û hat diyarkirin ku gelê Filistînê ji hemû mafên bingehîn jiyanê bêpar maye.

‘Hilberîna xurekê nemaye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala tendurustiyê pir xirab bûye, ji 36 nexweşxaneyan tenê hastaneden 12 dikarin bi hinek beşan bixebitin. Her wiha hat diyarkirin ku nexweşbî belav bûn, mirov birçî ne û av jî hema bibêje bi dilopan tê û bal hat kişandin ku binesazî hatiye rûxandin. Di daxuyaniyê de bi gotinên; "Hilberîna xurekê rawestiya. Nexweşxane bûn cihê pevçûnan û rojê milyonek zarok neçarî travmayan dimînin" rewşa heyî hat vegotin.

‘Ger wiha bidome dê zêdetir mirov bimrin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Refah jî veguheriye qada şer û wiha hat gotin: “Li vê herêma ku nifûsa wê zêde ye; ger pevçûn wiha bidomin dê gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û pergala alîkariya mirovî ku jixwe xirab e dê tune bibe.”

‘Rêxistinên alîkariya mirovî biryardariya diparêzin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku saziyên alîkariya mirovî tevî hemû xeteran jî biryardariya xwe didomînin û hat xwestin ku di çarçoveya mafên mirovan û hiqûqî de divê ferzikirin li ser Îsraîlê werin kirin û ji lîderên cîhanê hat xwestin ku pêşî li kareseteke mezintir bigrin.