Ji bo giliya muayeneya bi kelebçe biryara neşopandinê hat dayîn

Piştî ku rojnamevan Derya Ren ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û li wê derê bi muayeneya bi destên kelebçekirî hat ferzkirin der heqê polîsan de serlêdana sûc kir. Dozger der barê serlêdana sûc de biryara neşopandinê da.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Derya Ren di 25’ê Cotmeha 2022’yan de li Amedê hatibû binçavkirin û bi hinceta cezayê wê yê ku teqez bûye hat girtin. Dema rojnamevan Derya Ren ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî, muayeneya destkelemçekirî lê hat ferzkirin. Derya Ren, der heqê polîsên ku kelemçeya di destên wê de venekirin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî têkildarî serlêdanê biryara “hewcehî bi şopandinê nîn e” da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku tiştên rojnamevan Derya Ren di serlêdanê de diyar kirine di asta “îdiayê” de ne û polîsan ev gilî red kirin. Dozgeriyê îfadeyên polîsan esas girt û biryara “hewcehî bi şopandinê nîn e” da.