‘Li dijî êrişan peyama me berxwedan e’

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan bal kişandin êrîşên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin, “Li dijî êrişan peyama me berxwedan e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di 11’ê Sibatê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîşî avahiya Federasyona Gaziyan kir. Di encama êrişê de Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bûn gazî, jiyana xwe ji dest dan. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya Hesekê bal kişandin êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê û anîn ziman ku bi êrişan nikarin vîn û berxwedana gelan bişkînin.

‘Gazî şahidên berxwedan û têkoşînê ne’

Sena Mehmûd da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk li ser Federasyona Gaziyan êrîşek li ser mohra dîrokê ye û wiha axaftina xwe domand: “Em bi tundî êrîşan şermezar dikin, dewleta Tirk a dagirker herî dawî li Federasyona Gaziyan xist, birîndar û şehîd jî çêbûn. Gazî ji bo me dîrok, pêşeroj û mohra dîrokê ne. Ew şahidên her kêliya berxwedanî, têkoşîn û serkeftinên heyî ne lewma em wan bi nirx dibînin ji ber ku ji bo gel jiyana bi rûmet bijî perçeyek ji bedena xwe feda dikin. Lewma em van êrîşan ne tenê li ser gaziyan dibînin, li ser dîrok, hebûn, pêşeroj û nasnameya gelên herêmê dibînin.”

Sena Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Federasyona Gaziyan gelek hevalên gazî hene, ji ber ku dewleta Tirk ji hêz, îrade û fedakariya wan ditirse wan kir hedef. Hevalên gazî ruxmî ku perçeyek ji bedena xwe feda kirine jî bi îsrar in ku doza xwe bigihîjînin dawî. Federasyona birîndaran navenda azadî û fedakariyê ye. Peyama me ew e ku ji zarok, jin, mêr, kal, pîr û birîndaran em ê heya dawî têbikoşin û azadiyê bi dest bixin. Ev êrîş bêexlaqî û li dijî pîvanên navneteweyî ne her wiha em bêdengiya heyî şermezar dikin û dibêjin wijdanê xwe nemirînin wê dîrok rûreşiya we bîne ziman.”

‘Ew bûn mînak û şahidên vê berxwedanê’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Terfa Fewaz Îbrahîm jî teqez kir ku dewleta Tirk  gaziyên ku li dijî terora DAIŞ’ê têkoşiyan dike hedef û wiha axaftina xwe domand: “Gaziyên ku hatin hedefgirtin ew ên ku li hemberî hêzek terorê ku cîhanê tevahî ji wê hêzê bitirs bû li ber xwe dan û ji bo xelasiya cîhanê ji terorê perçeyek ji canê xwe feda kirin. Ew bûn mînak, nirx û şahidên vê berxwedanê. Îro dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên xwe wan tune bike ji bo ku rastiya wî neyê zanîn û şehidiyên rojên berxwedanê li hemberî terora ku ew destekê dide, tune bike. Her gaziyek ji van gaziyan dîrokek, berxwedaniyek, çîrokek vedibêje.”

Terfa Fewaz da zanîn ku heya dawî wê piştgiriyê bidin birîndaran û ji bo azadiyê têbikoşîn û berxwedaniya xwe bilindtir bikin.