Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 410

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 410.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên 24 saetên dawîn yê Îsraîlê de 97 kesan jiyana xwe ji dest dane, 132 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê; Hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bûye 29 hezar û 410 û hejmara birîndaran jî bûye 69 hezar û 465. Her wiha hat destnîşankirin ku di bin xirbeyan de û li kêleka rê hê jî cenaze hene, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.