UNICEF: Pêwîstiya bi sedhezaran zarokan alîkariyê heye

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyarkir li Iraqê bi sedhazaran zarok ku piraniya wan di kampên penaberan de jiyan dikin, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Navenda Nûçeyan- Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) rapora xwe a herî dawî derbarê rewşa zarokan de eşkere kir û diyarkir ku bi sedhezaran zarok ku piraniya wan zarokên keçin û di nav kampên penaberan de jiyan dikin, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji bo sala 2024’an pêwîstiya wan bi 42 milyon û 200 hezar dolar heye daku bikarin alîkariyê bi wan zarokan re bikin.